Ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê, li Kobanê şahiyek ji astengdar û birîndarên şer re

Ji nava bernameya hemleya Kongreya Star a pêşwazîkirina Roja Jinan a Cîhanê îro Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê şahiyek ji astengdar û gaziyên şer ên Kobanê re li dar xist.

Ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê, li Kobanê şahiyek ji astengdar û birîndarên şer re
Ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê, li Kobanê şahiyek ji astengdar û birîndarên şer re
Ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê, li Kobanê şahiyek ji astengdar û birîndarên şer re
Ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê, li Kobanê şahiyek ji astengdar û birîndarên şer re
Ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê, li Kobanê şahiyek ji astengdar û birîndarên şer re
Ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê, li Kobanê şahiyek ji astengdar û birîndarên şer re
3 adar, 2021   16:10
KOBANÊ

Şahî li hola Roniyar a Kobanê bi beşdariya bi dehan astengdar û birîndarên şer li dar ket.

/ar/uploads/files/2021/03/03/155852_hdlh-hsn.webp

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Koordînatora Kongreya Star a herêma Firatê Hedle Hesen hatina 8’ê Adarê li jinan pîroz kir, li ser bernameya hemleya Kongreya Star a bi boneya hatina vê rojê axivî û wiha got: "Erk û misyona me ye ku şahî ji astengdar û birîndarên şer re were lidarxistin. Ji ber wan parçeyên laşên xwe fedar kirin û şerê çeteyên DAIŞ’ê ji bo ewlehî û aramiya herêmê kir."

Piştre stranbêj Zehra Berkel, koma Şehîd Barê ya Hîlala Zêrîn û koma Gulava stran pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dyMIeq_prrM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>