Rêveberiya Jinan a Tebqayê meclisek li gundê El-Bûasî vekir

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8`ê Adarê de Rêveberiya Jinan a Tebqayê li gundê El-Bûasî yê Tebqayê Meclisa Jinan vekir.

Rêveberiya Jinan a Tebqayê meclisek li gundê El-Bûasî vekir
Rêveberiya Jinan a Tebqayê meclisek li gundê El-Bûasî vekir
Rêveberiya Jinan a Tebqayê meclisek li gundê El-Bûasî vekir
Rêveberiya Jinan a Tebqayê meclisek li gundê El-Bûasî vekir
3 adar, 2021   15:48
TEBQA

Rêveberiya Jinan a Tebqayê li gundê El-BûAasî yê li rojavayê Tebqayê Meclisa Jinan vekir.

Tevahiya saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî û yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê di merasîma vekirinê de amade bûn.

Di destpêka merasîmê de endama rêveber a Rêveberiya Jinan a xeta El-Bûasî Meryem Osman axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Piştre gelek axaftin bi navên malbatên şehîdan û Meclisa Sivîl a Tebqayê hatin kirin. Axêveran, vekirina meclisê li gundê El-Bûasî pîroz kir.

Deriyê meclisê ji aliyê cîgira meclisê Xewla Qatûf ve hat vekirin.

(şx)

ANHA