​​​​​​​QSD’ê şahiyek ji malbatên şehîdên Tirbespiyê re li dar xist

QSD’ê şahiye ji malbatên şehîdên navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo re li dar xist.

​​​​​​​QSD’ê şahiyek ji malbatên şehîdên Tirbespiyê re li dar xist
​​​​​​​QSD’ê şahiyek ji malbatên şehîdên Tirbespiyê re li dar xist
​​​​​​​QSD’ê şahiyek ji malbatên şehîdên Tirbespiyê re li dar xist
​​​​​​​QSD’ê şahiyek ji malbatên şehîdên Tirbespiyê re li dar xist
​​​​​​​QSD’ê şahiyek ji malbatên şehîdên Tirbespiyê re li dar xist
​​​​​​​QSD’ê şahiyek ji malbatên şehîdên Tirbespiyê re li dar xist
​​​​​​​QSD’ê şahiyek ji malbatên şehîdên Tirbespiyê re li dar xist
3 adar, 2021   15:07
QAMIŞLO

Bi diruşma"Şehîdên felsefeya jinan a azad in" tûqaya Şehîd Rûbar Qamişlo ya girêdayî QSD’ê şahiyek ji malbatên şehîdan re li navçeya Tirbespiyê re li dar xist.

Şahî bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji fermandar QSD’ê Berfîn Hesen wiha got: "QSD’ê hêza xwe ji şehîd û malbatên şehîdan werdigire û beşdariya we di vê şahiyê de cihê serbilindiyê ye."

Berfîn Hesen Roja Jinan a Cîhanê bi bîr xist û wiha domand: "Hebûna jinan di tevahî mecalan de sepandina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şoreşa azadiya jinan e."

Berfîn Hesen diyar kir ku hevgirtina civakê hêza QSD’ê YPJ’ê xurttir dike, YPJ’ê jî sepand ku dikar civakê biguhere û li hember dijmin bisekine.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Meclisa navçeya Tirbespiyê Klara Adsa spasiya QSD’ê li ser lidarxistina şahiyê ji malbatên şehîdan re, kir û da zanîn ku şehîd mûma azadî û mirovahiyê ye.

Klara Adsa piştrast kir ku hevgirtina pêkhateyan, li hember tevahî êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekinî û behsa rola ku rêber Abdullah Ocalan a li ser şehîdan di parastina welat û civakê de axiviye, kir.

Piştî axaftinê, QSD’ê sînevîzyonek li ser rola şehîdan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêşanda  û hunermed Heysem Xelîl jî mûzîk pêşkêş kir.

(fr)

ANHA