Kongreya Star a Qamişloyê bi karwaneke erebeyan çalakiyek li dar xist

Kongreya Star a bajarê Qamişloyê ji bo pîrozkirina 8`ê Adarê bi karwanekî erebeyan çalakiyek li dar xist. Her wiha serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kir.

Kongreya Star a Qamişloyê bi karwaneke erebeyan çalakiyek li dar xist
3 adar, 2021   13:45
QAMIŞLO

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser ên bajarê Qamişloyê jî tev li çalakiyê bûn, erebeyên çalakiyê bi wêneyên rêber Abdulah Ocalan, şehîdên jin, alên Kongreya Star , Partiya Karkerên Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Jin hatin xemildandin.

Çalakî ji pêşiya navenda Kongreya Star a Qamişloyê dest pê kir û karwanê erebeyan li kolanên Qamişloyê geriya.

Jinan destpêkê serdana Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, piştre serdana Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin a herêma Cizîrê jî kir. Her wiha di dawiyê de serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kirin.

Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Gulo axivî û 8`ê Adarê li rêber Abdulah Ocalan, girtî,  şervanên ku di çeperên şer de tekoşînê dikin û hemû jinên cîhanê pîroz kir.

Di dawiya çalakiyê de jinan gul danîn ser gorên şehîdan.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/du2rVkzUI-E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>