Misir: Divê dewleta Tirk dagirkirina axa Sûriyê bi dawî bike

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî bang li dewleta Tirk kir ku dagirkirina axa Sûriyê bi dawî bike.

Misir: Divê dewleta Tirk dagirkirina axa Sûriyê bi dawî bike
3 adar, 2021   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Misirê, Samih Şukrî di axaftina xwe ya civîna Komkara Erebî de piştrast kir ku ji bo aloziya Sûriyê bê çareserkirin, divê tevahî hêzên biyanî û nemaze dagirkeriya Tirk ji Sûriyê derkevin da ku rê li ber çareseriya siyasî vebe.

Samih Şukrî diyar kir ku aloziya Sûriyê ji beriya 10 salan ve didome û tenê gelê Sûriyê berdêla vê yekê dide.

Şukrî got vegera Sûriyê li nav dewletên Ereban, ji bo ewlekariya neteweyî ya Ereban girîng e.

(dm)