Li bajarokê El-Sosê mayinek bi zarokekî ve teqiya

Mayinek ji bermahiyên DAIŞ'ê bi zarokekî ve li bajarokê El-Sosê yê gundewarên Dêrazorê teqiya.

Li bajarokê El-Sosê mayinek bi zarokekî ve teqiya
3 adar, 2021   12:01
DÊRAZOR

Li bajarokê El-Sose yê Dêrazorê mayinek bi zarokê bi navê Mihemed Xelîl Hemad (5) ve, dema ku li ber bermahiyên maleke hilweşiyayî dilîst, teqiya.

Li gorî ku nûçegihana ajansa me ragihandiye, bijîşkên bajarok neçar mane destê Mihemed Xelîl ku ji ber teqînê birîndar bûbû, qut bikin.

(dm)

ANHA