Amerîka banga zelalkirina çarenûsa girtiyên li Sûriyê kir

Amerîka xwest ku çarenûsa bi deh hezaran girtiyên sivîl li Sûriyê eşkere bibe, cenazeyên kuştiyan radestî malbata wan were kirin û dergehên sînorî ji bo ku alîkariyên mirovahî bighêje sivîlan, werin vekirin.

Amerîka banga zelalkirina çarenûsa girtiyên li Sûriyê kir
3 adar, 2021   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP'ê, bayloza DYA`yê li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield ragihand ku Amerîka bang dike ku rewşa tevahî girtiyên li Sûriyê were zelakirin û cenazeyên kesên mirine radestî malbatên wan were kirin, her wiha cih, dîrok û sedema mirina wan were zelalkirin.

Linda Thomas Greenfield bi rêya nîqaşên der barê mafên mirovan di komelaya giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, da zanîn ku herî kêm zêdetirî 14 hezar sûrî dibe ku rastî êşkenceyê hatibin û bi dehhezaran jî dibe ku bi awayekî zordar hatine veşartin.

Balyoza Amerîkayê eşkere kir rêjîma El-Esed girtina bi deh hezaran sivîlên bêguneh ji jin, zarok, kal, bijîşk, rojnamevan, karmendên saziyên alîkar û parêzvanên mafên mirovan didomîne.

Linda Thomas Greenfield girtina dergehên Sûriyê di sala 2020'an li pêşiya alîkariyên mirovahî şermezar kir.

(dm)