Wezîrekî Siûdî: Armanca hebûna dewleta Tirk li Afrîqiyayê destekdayîna terorê ye

Wezîrekî Siûdî got armanca hebûna dewleta Tirk li Afrîqiyayê hewldana destekdayîna rêxistinên terorê ye.

Wezîrekî Siûdî: Armanca hebûna dewleta Tirk li Afrîqiyayê destekdayîna terorê ye
3 adar, 2021   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Siûdî yê Karûbarên Dewletên Afrîqiyayê Ehmed Qetan di bernameyê Fî El-Sora (Di wêne de) ku li ser kenala Rotana Xelîciye tê weşandin de, behsa hebûna dewleta Tirk li Afrîqiyayê bi taybet li nêzî girava Sewakin, kir.

Ehmed Qetan bersiva pêşkêşvan li ser pirsa ku tirkan lihevkirinek bi El-Beşîr re der barê Sewakin çêkirine, ji vê yekê çi dixwazin, wiha bersivand:"Cihê lingê xwe di Deryaya Sor de danî û keysbazkirina Sûdanê ye."

Qetan got lihevkirina di navbera El-Beşîr û dewleta Tirk de pir xeter e.

Der barê çarenûsa lihevkirinê Qetan got: "Ez texmîn dikim ku rewşa Sûdanê li gorî rejîma berê hatibe guhertin. Bi giştî tevgerek di hundirê Sûdanê de û xwesteka ku nêzî dewletên Ereban bibe, heye. Ev yek min serdana xwe ya dawîn de dît."

Ehmed Qetan der barê hebûna dewleta Tirk li Afrîqiyayê ev nirxand kir: " Armanc jê  ew e ku dewlemendiya wan dewletan bi çi şêwazî be keysbaz bike û hewldana Enqere ku destekê bide rêxistinên terorîst."

(bx)