Kanala Youtube KCDK-E TV dê di 3'ê Adarê de dest bi weşanê bike

KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku Qenala wan ya Youtube ya KCDK-TV dê 3'ê Adarê li gorî dema Brukselê di saet 19:00 de bi bernameya "Şopa Heqîqetê" dest bi weşanê bike.

Kanala Youtube KCDK-E TV dê di 3'ê Adarê de dest bi weşanê bike
2 adar, 2021   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser KCDK-E TV'ê daxuyaniyek da û diyar kir, di dema şewbê de kêmbûna derfetên têkiliya civakî bû sedem ku amûrên ragihandinê yên nû hîn bi xurtî bên bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî êriş û propagandayên şaş û derewîn ên dewleta Tirk a mêtinger ku li ser medya xwe dike, ji bo agahdarkirin û ragihandina rastiyan bi navê KCDK-E TV qenala Youtube dest bi weşanê dike.

Bi bandora medya dîjîtal ku amûreke ragihandinê ye, ji bo karibin rastiyan ji gelê xwe re ragihînin, me dest bi karê bikaranîna amûrên cuda yên medya dîjîtal kiriye

Em dixwazin di vê qenala xwe de li ser pirsgirêkên civakî, çandî, siyasî yên gelê me yê li Ewropayê bernameyan amade bikin, nîqaşan, şîroveyan û analîzan bikin û bi vî rengî xwe bigihînin temaşevanan.

Li ser vê bingehê bi navê KCDK-E'yê em roja Çarşemê li gorî dema Ewropayê di saet 19:00 de bi bernameya 'Şopa Heqîqetê' dest bi weşana qenala Youtube ya KCDK-E TV dikin. Bername wê ji aliyê Kerem Çîftçî ve bê pêşkêşkirin û wê mêvanê bernameyê Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç be.

Di bernameyê de wê têkçûna dewleta Tirk a li Garê û provokasyonên ku dewleta Tirk dixwaze li Ewropayê pêk bîne, werin nirxandin."