'Hikumeta Şamê û opozisyon sedemên dagirkirina Sûriyê ne'

Nivîskar û parêzer Ewas Elî got hikumeta Şamê heya niha tu helwesteke fermî nîşanî dewleta Tirk a dagirker nedaye, ev yek jî piştrast dike ku hikumeta Şamê û opozîsyon ji dagirkirina xaka Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve hevkar in.

'Hikumeta Şamê û opozisyon sedemên dagirkirina Sûriyê ne'
2 adar, 2021   08:12
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Bi hevkariyeke veşartî ya neaşkere, hikumeta Şamê û dewleta Tirk li ser dagirkirina parçeyên ji xaka Sûriyê û tevlêkirina li Tirkiyê, hevkar in. Ev yek jî bi rêya belavkirina dewleta Tirk a meteryalên xwendinê, danûstandina bi pereyên tirkî û dayîna nasnameyên tirkî pêk tê. Lê hikumeta Şamê jî li hember van hemû sûcan jî temaşevan e û destwerdana Tirkiyê ji avakirina Rêveberiya Xweser baştir dibîne.

Têkildarî mijarê, Endamê Desteya Edîtor a Kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk (Şerq El-Ewset El-Demokratî), parêzer Ewas Elî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Her du alî ji bo derbasbûna dagirkeriyê ji xaka Sûriyê re hevkar in. Nîşaneya vê jî ew e ku hikumeta Sûriyê tu helwesteke fermî nîşan nedaye yan jî bangeke fermî ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re ranekiriye, da ku dewleta Tirk ji xaka Sûriyê derkeve."

Nivîskar Ewas Elî wiha domand: "Ji destpêkirina krîza Sûriyê ve, destwerdana dewleta Tirk aşkere bû û divê em ji bîr nekin ku destpêkê ji bajarên Reqa û Tebqayê de bû. Dewleta Tirk piştgiriya hin ji wan koman dikir. Her kesî ev destwerdan dît û xeteriya vê destwerdanê û encamên wê yên li ser gelê Sûriyê jî baş dizanîn."

Ewas gotina xwe wiha berdewam kir: "Ji sedî 90 dewleta Tirk berpirsê sedemên guhartina şoreşa gelê Sûriyê ye û şoreşa Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe yên taybet bi kar anî. Lê ji bo berjewendiyên wê pêk bên, divêyabû ku piştgiriya tevahî komên tundraw bikira, jê jî rêxistina DAIŞ’ê ya ku bi eşkere û zelal bi navê hikumeta Tirkiyê şer dike."

 ‘DAGIRKIRINA XAKA SÛRIYÊ JI HÊLA TIRKYÊ VE NE REWA YE'

Ewas Elî da zanîn ku destwerdana dewleta Tirk li xaka Sûriyê ne rewa ye, lê dagirkirina xaka Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve, di bingeh de xwe dispêre erêkirina hikumeta Şamê û ev ne eşkere ye û wiha domand: "Peymaneke di navbera her du aliyan de heye. Ji ber ne ji mafê tu dewletê ye ku destwerdanê li dewleteke dîtir bike."

Ewas Elî diyar kir ku tu helwestên tund li hember destwerdana dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re nehatin dayîn, tevî ku ji mafê hikumeta Şamê ye ku di civînên navneteweyî de giliyên xwe rake û banga derxistina dewleta Tirk a dagirker ji xaka xwe bike. Elî got lê hikumeta Şamê tu helwesteke fermî li hember destwerdanê neda.

Çavgirtina hikumeta Şamê li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê re û hwd, di rastiyê de di çarçoveya erêkirineke veşartî de ye. Lê tevahî aliyên li Sûriyê vê yekê dizanin. Ji ber ne gengaz e ku xaka dewletekê were dagirkirin û tu bersiveke leşkerî yan jî siyasî ji aliyê dewleta ku tê dagirkirin ve, neyê dayîn.

Dewleta Tirk bi rêya van êrişan herêmên Sûriyê dagir kirin, ew herêmê bi rêya çeteyên sûrî yên ku piştevaniya wê dikirin û hîna jî dikin, pêk hat. Her wiha dewleta Tirk danûstandina bi pereya xwe li herêmên dagirkirî ferz kir û siyaseta tirkkirinê jî pêk tîne.

Ewas Elî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Heke hikumeta Şamê ji derv ve dijberiya vê destwerdanê dike, lê belê ji hundir ve pîroz dike. Ji ber Şam dibîne ku dagirkirina xakê ji hêla dewleta Tirk ve demkî ye. Lê belê hikumeta Şamê, Rêveberiya Xweser ji derveyî desthilata xwe ya siyasî û leşkerî dibîne. Der barê vê yekê de gelek nîşane hene, jê jî kiryara hikumeta Şamê li hember şêniyên Efrînê yên koçberî Şehbayê bûne, li aliyekî din jî artêşa Tirk û alîgirên wê şêniyên Efrînê qetil dike û digire, ev jî nîşane ye ku berjewendiyên her du aliyan bi hev re dibin yek."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xTMGO_es8FA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>