Şandeyeke parlamentoya Fransa û Ewropayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Şandeyeke ji parlamentoya Ewropa û ya Fransayê  serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û gelek dosye bi Daîreya Têkiliyên Derve re nîqaş kirin.

Şandeyeke parlamentoya Fransa û Ewropayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
Şandeyeke parlamentoya Fransa û Ewropayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
Şandeyeke parlamentoya Fransa û Ewropayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
Şandeyeke parlamentoya Fransa û Ewropayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
1 adar, 2021   14:59
QAMIŞLO

Şande ji endamên parlamentoya Fransayê Hubert Lafferre û Frederick Dumas û endamên parlamentoya Fransayê li Parlamentoya Ewropayê Sylvie Glium  û Munir Satori pêk dihat, di saetên nîvro de  di deriyê sînor ê Sêmalkayê re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.  Şande ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ebdulkerîm Omer û rêveberên deriyê Sêmalka Xebat Mihemed ve hate pêşwazîkirin.

Şandeyê di hevdîtina li gel Daîreya Têkiliyên Derve û rêveberê deriyê Sêmalkayê de mijar û dosyayên girêdyaî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên herî girîng, rewşa siyasî, tenduristî, ambargoya li ser herêmê û gefên dewleta Tirk û sûcên wê yên li herêmên dagirkirî nîqaş kirin.

Her du aliyan behsa guhertina demograf ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, rewşa koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nîqaş kirin.

Dr. Ebdulkerîm Omer, astengiyên ku li pêşiya rêveberiyê derdikeve, xeteriya çeteyên DAIŞ û şaneyên wê, girîngyia ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî porsesa siyasî ya li Sûriyê bê kirin, armanca dûrxistina MSD û Rêveberiya Xweser ji komîteya destûrî û çareserkirina aloziya Sûriyê şîrove kirin.

Di civînê de, rewşa mirovî, ambargoya li ser herêmê, girtina deriyê sînor ê Til Koçerê û bandora wê ya neyinî hatin nîqaşkirin.

Deriyê sînor ê Til Koçerê di encama vetoya Rûsya de ya di civîna Konseya Ewlekariyê de bi kar anîbû hate girtin, ku ji bilî deriyê Bab El-Hawa û Bab El-Selam ên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, alîkariyên mirovî derbasî herêmên Sûriyê din ên Sûriyê, di nav de yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebin.

Her wiha mijara vîrusa korona û dermanên ku hîna negihiştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê pêşkêşî Şamê kir, hate nîqaşkirin.

Her du aliyan li ser rewşa kampa malbatên çeteyên DAIŞ'ê û xeteriyan wan, dosyaya darizandina çeteyên DAIŞ'ê axivîn.

Piştî nîqaşan, şande di deriyê Sêmalkayê re ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jN94kBpkcuU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>