Di çilrojiya şehadeta Seida û Hind de meşeke girseyî hate lidarxistin

Meclisa Navçeya Şedadê bi hevkariya Meclisa Jinan a PYD'ê bi wesîleya çilrojiya şehadesta Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr, meşeke girêdayî li dar xistin.

Di çilrojiya şehadeta Seida û Hind de meşeke girseyî hate lidarxistin
1 adar, 2021   14:52
HESEKÊ

Meş bi diruşmeya "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e" hate lidarxistin.

Meşa ku bi sedan şêniyên navçeyê tevlê bûbûn, ji pêşiya Şaredariya Gel a Navçeya Şedadê ber bi Qada Cibisayê ve dest pê kir. Şêniyên wêneyên şehîd Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr hilda bûn û diruşmeyên silavkirina berxwedana jinên têkoşer berz kiribûn.

/ar/uploads/files/2021/03/01/134122_shkryh-mhmd7e1.webp

Li Qada Cibisa deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama Koordînasyona Jinan a Kotona Hesekê Şukriya Mihemed axivî û ser berxwedana şehîd Seida û Hindê got: "Her du şehîdan rêya azadî û têkoşînê ji hemû jinên cîhanê re xêz kir."

Şukiriya Mihemed da zanîn ku planên terorî yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hin dewletên din ve têne birêvebirin, jin ji domandina xeta berxwedan û têkoşînê paşde venagerîne.

/ar/uploads/files/2021/03/01/134217_smr-alabdallh7e1.webp

Piştre hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah jî axivî û got, şehîd Seida û Hind şehîdên têkoşîna jinan, biratiya gelan û neteweya demokratîk in û wiha domand: "Her du şehîdan ji bo me sembol in û ji dijmin û terorîstan re şerm e, dîrok tu carî wan ji bîr nake û dê têkoşîna wan a ji bo azadiyê qeyd bike."

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah 6'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: " Ev roj ji bo teqdîrkrina keda jinan hatiye ragihandin, di vê rojê jin daketin qadan û banga mafê xwe kirin."

Semer El-Abdullah sûcê ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî herdu jinên têkoşer pêk anîne, şermezar kir û got: "Ev sûc israra me ya domandina xeta têkoşînê ta pêkanîna azadiyê lawaz nake."

/ar/uploads/files/2021/03/01/134333_hesek-mes-28229.webp

Piştî axaftinan, Koma Şano ya Kevana Zêrîn şanoyeke li ser tundiya li ser jinan û têkoşîna jinan li hemberî fikir û zihniyetên paşverû pêşkêş kir.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/STFzPV1XYzU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>