Li Tirbespiyê ji bo vejandina çanda erebî ya resen, civateke helbestê hate lidarxistin

Desteya Ciwan û Werzîşê bi hevkariya Desteya Nîştimanî ya Ereb civatek bi tevlêbûna helbestvanên herêmî li ber berava bendava Mizgeftê ya li navçeya Tirbespiyê re organîze kir.

Li Tirbespiyê ji bo vejandina çanda erebî ya resen, civateke helbestê hate lidarxistin
27 sibat, 2021   13:42
QAMIŞLO

Komîteya Ciwan û Werzîşê bi koordîneya Desteya Nîştimanî ya Erebî bi armanca vejandina helbesta erebî ya resen û pêşxistina behreyên çîna ciwanan di vî warî de, civatek organîze kir.

Civata helbestê li ser berava bendava Mizgeftê ya li bakur rojhilatê navçeyê li dar ket. Helbestvan Ednan El-Temo, Yusif El-Zahir, Nasir El-Mihemed, Macid Ebû El-Cûd, Heyfa El-Cerbû û Qusey El-Hebîb beşdarî civatê bûn.

Helbestvanan helbesta erebî ya cureya nebetî girêdayî yekitiyê û projeya biratiya gelan vegotin.

Her wiha helbestvanan di helbestên xwe de şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û fedekariyên ku dane heta ku serkeftinên bêhempa bi dest xistin û ewlekarî li herêmê misoger kirin, silav kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/czPzCSh8yzs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>