'Fikirê rêber Abdullah Ocalan planên kapîtalîzmê têk dibe'

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir got, dewletên zordest hesab ji fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan re dikin, ji ber ku fikirê wî dê planên dewletên kapîtalîst tune bike ku dixwazin li Rojhiata Navîn pêk bînin.

'Fikirê rêber Abdullah Ocalan planên kapîtalîzmê têk dibe'
27 sibat, 2021   00:44
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî bi tevlêbûna gelek dewletan dîl hat girtin. Ji wê demê ve û heta niha desthilata faşîst a Tirk li girava Îmraliyê tecrîdeke girankirî lê ferz dike.

Der barê mijarê de hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir got: “Em hemû dizanin ku rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ji hêla gelek dewletan ve di sêrî de dewleta Tirk dîl hat girtin. 23 sal li ser dîlgirtina wî re derbas bûn.”

Zelûx Bekir destnîşan kir ku 2 armancên dewletên komploger ji komployê hene û wiha domand: “Yek; xwest têkiliya di navbera gel û fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan de qut bikin ku ji bo gelê xwe û azadiya wî tê dikoşe. Armanca din jî ew e ku gel ji tevgera azadiyê qut bikin. Ji ber ku di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de û ferzkirina tecrîdê gel dikin hedef.”

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê îşaret pê kir ku tecîrda ku dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî ferz dike, ji mirovahiyê dûr e û wiha berdewam kir: “Ew rêbazên der exlaqî bi kar tîne ku tenduristiya rêber Abdullah Ocalan dixe xetereyê. Dixwaze bandorê li derûniya wî jî bike. Lê ruxmî wê jî rêbertî dibêje; ez azad im ji ber ku fikirê min azad e.”

`JI BO BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ TÊKOŞÎN ERK E`

Zelûx Bekir bi bîr xist ku di roja girtina rêbertî de gelek xort û keçan ji bo azadiya wî bedena xwe dan ber agir û got: "Erka dikeve ser milê me ew e ku çalakî û xwepêşandana li dar bixin da ku tecrîda li ser rêbertî bi dawî bibe."

Zelûx Bekir di berdewama axaftina xwe de îşaret bi grevên birçîbûnê yên di zindanên dewleta Tirk de kir û wiha pê de çû: “Di girtîgehan de jî ji bo bidawîkirina tecrîdê çalakiyên grêvên birçîbûnê li dar dikevin. Leyla Guven ji bo vê têkoşînê greva birçîbûnê ya bêdorveger, li dar xist.”

'FIKIRÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN PLANÊN KAPÎTALÎST BI DAWÎ KIRIN'

Zelûx bal kişand ser derketina tevgera azadiyê nexasim piştî parçekirina Kurdistanê û got: “Xwestin gelê Kurd qir bikin û felsefeya ku li şopa wê ne gorî bikin. Lê bi rêya fikirê rêber Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê rastiya kurd û Kurdistanê diyar bûn.”

Zelûx Bekir diyar kir ku bi derketina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan re, rewşa Rojhilata Navîn, rastiya osmaniyan û aloziya kêmneteweyên bindest eşkere bûn û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Dewleta Tirk dijminê kurdan, hesabê ji vê fikirê re dike. Ev fikir dê ji nû ve jiyaneke ronî ava bike.“

Hevseroka Meclisa Kantona EfrînnZelûx Bekir di dawiyê de got: “Planên ku dewletên zordest dixwazin li Rojhilata Navîn pêk bînin, bi taybet piştî lihevkirina Sykes-Picot, aloziya ku li Rojhilata Navîn hat derxistin, hişt ku dewletên hegemon li pêşiya fikirê rêber Abdullah Ocalan bisekinin û nehêlin ku di navbera gelan de belav bibe. Ji ber ku belavbûna vî fikirî li ser planên xwe xeter dibînin. Lew ra xwestin netewedewlet, yek ziman û yek ol berdewam bibe.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MVDxysX4Y2w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>