SOHR: Dermanê Rûsya yê ji bo koronayê gihaşt Sûriyê

SOHR'ê ragihand ku dermanê Rûsya "Sputnik" gihaşt Sûriyê û destnîşan kir ku derman beşek ji bendên veşartî yên danûstandina esîrên di navbera Îsraîl û hikûmeta Şamê de ye.

SOHR: Dermanê Rûsya yê ji bo koronayê gihaşt Sûriyê
27 sibat, 2021   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşê yekemîn ji "Sputnik" a dijî vîrusa koronayê (Covid_19) gihaşt herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de. Wezîrê Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê ragihand ku ji siba (yekşem) de dê dest bi aşlekirina komîteyên tenduristî yên yekser bi pêketiyên koronayê re têkildar in, bikin.

Li gorî çavkaniyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), beşê yekemîn ê derman ku beriya çenda rojan gihaştiye Sûriyê bi hezaran in û ew jî di çarçoveya lihevkirina Îsraîl û hikûmeta Şamê de ye.

SOHR'ê der barê çavkaniya deravan a hikûmeta Şamê ji bo kirîna vê dermanê nexasim di van şert û mercên aborî yên dijwar de pirsî û got: " Hikûmeta Şamê di nava vê rewşa herî dijwar a aborî de, lêçûna van dermanan ji ku derê anî. Îsraîlê dê bi peyaman an bê peyman esîr rizgar bikirana."

Ji aliyekî din ve jî, Rûsya li goristanên başûrê Şamê de li cenazeyê leşkerên Îsraîlê û ajanê Îsraîlê Eli Cohen digere.

(dm)