Li Derayê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê hatin hedefgirtin

Kesên nenas nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li gundewarên Derayê hedef girtin.

Li Derayê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê hatin hedefgirtin
27 sibat, 2021   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) kesên nenas êrişî nuqteyên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê li bajarê Senemîn ê bakurê Derayê de kir.

Li Dera û başûrê Sûriyê hewldanên kuştinê bi rêya mayinan û gelek rêbazên din, zêdetir bûne.

Ji Hezîrana 2019'an de hejmara kesên ku di van çalakiyan de hatine kuştin, gihaşt 606 kesan (172 sivîl, 12 jin, 16 zarok). Her wiha 270 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin. 

(dx)