Wezîrê parastinê yê Qibrisê: Dewleta Tirk metirsiyeke domdar li ser ewlehiya Qibrisê çêdike

Wezîrê parastinê yê Qibrisê Charlampus Petrides dewleta Tirk bi binpêkirina biryarên navneteweyî yên der barê doza Qibrisê de tawanbar kir û diyar kir ku dewleta Tirk metirsiyeke domdar li ser ewlehiya Qibrisê çêdike.

Wezîrê parastinê yê Qibrisê: Dewleta Tirk metirsiyeke domdar li ser ewlehiya Qibrisê çêdike
27 sibat, 2021   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Charlampus Petrides piştrast kir ku li ser vexwendina sekreterê giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) welatê wî dê beşdarî civîna Cinêvê bibe ku dê aliyên pirsgirêka Qibrisê di dawiya meha Nîsanê li hev kom bike.

Charlampus Petrides ji toreya El-Erebiyê re got: “Ez dixwazim piştrast bikim ku pêwîst e çareserî li gorî lihevkirinên meclisa ewlehiya navneteweyî û nirx û bingehên yekitiya Ewropayê be. Lê dewleta Tirk bi daxwaza xwe ya rakirina her du dewletan li Qibrisê, helwesteke xeternak nîşan dide."

Petrides bal kişad ser girîngiya lihevkirinên di navbera Qibris û dewletên Kendavê de li hemberî destwerdanên dewleta Tirk li herêmên rojhilatê Deryaya Navîn û eşkere kir ku dewleta Tirk metirsiyeke domdar li ser ewlehiya Qibrisê çêdike, ji ber ku hêzeke leşkerî ya mezin aniye herêma ku li giravê dagir kiriye.

(dm)