Konferansa 5’an a Akademiyên Civaka Demokratîk bi dawî bû

Konferansa 5’an a Akademiyên Civaka Demokratîk piştî axaftin û nirxandina xebatên du salên borî, bi biryar û nûkirina rêziknameyê bi dawî bû.

Konferansa 5’an a Akademiyên Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa 5’an a Akademiyên Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa 5’an a Akademiyên Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa 5’an a Akademiyên Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa 5’an a Akademiyên Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa 5’an a Akademiyên Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa 5’an a Akademiyên Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa 5’an a Akademiyên Civaka Demokratîk bi dawî bû
26 sibat, 2021   18:02
QAMIŞLO

Konferansa 5’an a Adademiyên Civaka Demokratîk vê sibehê bi diruşma "Bi felsefe û zanista azad ber bi avakirina neteweya demokratîk ve" dest pê kir. Konferans li hola avahiya nivîsgeha qanûnsaz a Amûdê ya kantona Qamişlo li dar ket.

Konferans bi axaftina hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso dest pê kir, piştre sînevîzyonek li ser xebatên akademiyên Civaka Demokratîk ên dayîna perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêşandan.

Dûvre endamên rêveber ên Akademiya Hesekê ya Perwerdekirina Civaka Demokratîk, Ayşe Elî, Enes Ewad û Gulbihar Umer raporên giştî û xweser ên xebatên du salan  ên Akademiyên Civaka Demokratîk xwendin.

Piştre deriyê nîqaşê, nirxandin û pêşniyarên li ser rapora gistî û xweser û projeya xebata pêşerojê ya akademiyan a du salên bê hat vekirin. Nêrînên ku derketin pêş wiha ne;

Li herêmên ku piraniya niştecihên wê ereb in, divê ji berê zêdetir dewreyên perwerdeyê werin vekirin, divê perwerdekar û komisyon dewreyên perwerdê yên bilind bibin, da ku rêbazên xwe yên dayîna wêneyan bi pêş bixin, dema nîqaşkirinê di perwerdê de zêde bibe û waneyên leşkerî jî tê de hebin.

Divê têgeha platformê bi analîz an jî nirxandina takakesî were guhartin û divê rojek an jî du roj di nîvê perwerdê de hebin da ku nirxandina takakesî bê kirin, waneya pêkhat û eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dewreyan zêde bibe, girîngî ji hêla tevahî saziyan ve ji zimaê dayikê re hebe û divê perwerdekar bi agahiyên felsefî û civakî tevî bibîrxistian çavkaniyên agahiyên xwe, têr û tijî be.

Divê komîteyeke çavdêriyê ya akademiyan û rêveçûna perwerdeyên ku tên dayîn, were avakirin û akademî li xeta rojhilata a Dêrazorê werin vekirin, waneya ekolojiyê û dîroka Rojhilata Navîn li meteryalên perwerdê yên akademiyan werin berfirehkirin, waneyên li ser çawaniya têkoşîna li hember gendeliya li saziyan werin dayîn, ji wê zêdetir jî divê tevahî hevserokên saziyan di dewreyên perwerdê re derbas bibin.

Piştî bidawîbûna pêşniyaran ji hêla beşdaran û dîwanê ve, endamê rêveber ê beşa lêkolînan Aram Koçber rêziknameya xebatê ya akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwend. Piştre li nêrîn û pêşniyarên beşdaran ên der heqê pêdiviya guhartina bendan de hatin guhdarkirin. Piştî tevahî bend hatin xwendin û nirxandin, beşdaran li ser rêziknameya nûjenkirî erê kir.

(fr)

ANHA