HRRK’ê li Dêrikê şevbuhêrkeke helbestan li dar xist

Hevgirtina Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê (HRRK) şaxê Dêrikê şevbuhêrkeke helbestan li dar xist.

HRRK’ê li Dêrikê şevbuhêrkeke helbestan li dar xist
HRRK’ê li Dêrikê şevbuhêrkeke helbestan li dar xist
HRRK’ê li Dêrikê şevbuhêrkeke helbestan li dar xist
HRRK’ê li Dêrikê şevbuhêrkeke helbestan li dar xist
HRRK’ê li Dêrikê şevbuhêrkeke helbestan li dar xist
HRRK’ê li Dêrikê şevbuhêrkeke helbestan li dar xist
HRRK’ê li Dêrikê şevbuhêrkeke helbestan li dar xist
HRRK’ê li Dêrikê şevbuhêrkeke helbestan li dar xist
26 sibat, 2021   16:22
QAMIŞLO

Şevbuhêrk li Gold Gaffe ya li naverasta sûka Dêrikê bi beşdariya hejmarek rewşenbîr, helbestvan, wêjevan û mêvanan hat lidarxistin.

Şevbuhêrk bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir, piştre berpirsê komîteya çalakiyan a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Ehmed Huseyînî axivî û bixêrhatina mêvanan kir û şevbuhêrka helbestê ya ku HRRK’ê cara yekê li Dêrikê li dar dixe, li mêvanan pîroz kir.

Dûvre hejmarek  helbestvanan helbestên xwe xwendin. Her wiha helbestvanên ku helbestên xwe xwendine wiha ne; Idrîs Gorî, Ciwan Ferso, Salha Qasim, Fayiq Mihemed Sidîq, Melevan Resûl, Ehmed Hisênî, Kemal Necim, Mihmûd Ebdo û Lorî Til Darî.

Şevbuhêrk bi pêşkêşkirina hunermend Şadî Til Darî ya stranê di ber bilûra Muaz Ehmed re bi dawî bû.

(fr)

ANHA