Koalîsyona Navneteweyî dê girtîgeha li Hesekê ku DAIŞ`î tê de ne, fireh bike

Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA`yê ragihand ku niyeta wan heye ku girtîgeha li bajarê Hesekê ya çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin, berfireh bike û dê Brîtanya projeyê fînanse bike.

Koalîsyona Navneteweyî dê girtîgeha li Hesekê ku DAIŞ`î tê de ne, fireh bike
26 sibat, 2021   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê fermandarê Koalîsyona Navneteweyî general Kevin Copsey ji malpereke amerîkî re got: “Dê girtîgeh bi qasî du qat were firehkirin ku girtîgeh ji 3 avahiyan pêk tê û nêzî 5 hezar girtiyên DAIŞ`î tê de tên ragirtin.”

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê got dê welatê wî xebatên berfirehkirinê fînanse bike.

Hin berpirsên leşkerî hişyarî dabûn ku dê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nikaribe girtîgehan heta hetayê biparêze û gotibû “çekdarên xwedî tecrube” dibe ku ji wan avahiyan birevin û careke din tev li şer bibin. Lê belê xuya ye ku koalîsyon piştgirîdayîna girîtgeha Hesekê ku bi DAIŞ`iyan dagirtî ye, wekî çareya herî baş dibîne.

General Paul Calvert ku bi wê yekê hatiye erkdarkirin, got armanc ew e ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi awayekî baştir kontrola wan avahiyan bike. Calvert diyar kir ku dema niha û tevî ku QSD`ê carinan dikeve girtîgehê da ku telefonên destan û tiştên din ên hatine derbaskirin, desteser bike, lê belê ji ber dagirtîbûna girtîgehê li gorî hejmara nobedarên wê dihêle ku çalakiyên bi vî rengî pir kêm û xeternak bin.

Calvert di hevpeyvînekê de li navenda Koalîsyona Navneteweyî ya li Bexdayê roja sêşemê gotibû: “Bi firehkirina girtîgehê re dê girtî bi rêjeyeke mezintir bên belavkirin, ji bo ku li hundir torên çeteyan neyên avakirin.”

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku proje di çarçoveya hewldanên koalîsyonê yên pêkanîna îstiqrarê li herêmê de, pêk tê.

(cx)