​​​​​​​Li Nîjeryayê çekdaran 300 xwendekar revand

Hate ragihandin ku li eyaleta Zamfara ya li bakur rojavayê Nîjeryayê, çekdaran êrişî dibistanekê kir û 300 xwendekar revandin.

​​​​​​​Li Nîjeryayê çekdaran 300 xwendekar revand
26 sibat, 2021   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyan BBC’ê, li eyaleta Zamfara ya dikeve Bakur rojavayê Nîjeryayê, kesên bi çek saet di 01.00`ê şeve de êrişî dibistaneke şevînî kirin û herî kêm 300 xwendekar revandin.

Kesên bi çek bi motosîklet û pîkaban êrîşî dibistanê kirin, xwendekar li wesayîtan siwar kirin û revandin. Hate diyarkirin ku di dema êrişê de 421 xwendekar di dibistanê de diman.

Hêjayî gotinê ye heftiya borî 42 zarok ji eyaleta Nîjeryayê hatibûn revandin, Kanûnê jî li eyaleta Katsînayê ji zêdetirî 300 zarok hatibûn revandin.

Li gorî rapora Koma Krîzê ya Navnetewî ku Gulana 2020’an hatibû weşandin, tundiya krîmînal ji 2011’an û wir ve zêde bûye, bûye sedema mirina 8 hezaran kesan û hiştiye ku 200 hezar kes dev ji mal û milkên xwe berdin.

(cx)