Efserekî Îsraîlê: Baregehên Îranê yên li Sûriyê ne ji bo parastina rejîma Sûriyê ne

Efserekî Îsraîlê diyar kir ku hebûna Îranê li Sûriyê ne ji bo parastina rejîma Sûriyê ye û got “Hebûna Îranê ji bo parastina mîlîsên xwe, ji bo armancên aborî û derbaskirina rejîma Îranê ji Sûriyê re ye.”

Efserekî Îsraîlê: Baregehên Îranê yên li Sûriyê ne ji bo parastina rejîma Sûriyê ne
26 sibat, 2021   11:52
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya yekemîn a Îsraîlê ya li ser êrişa Amerîkayê ya li dijî komên alîgirên Îranê yên li Sûriyê de, efserekî îstixbarata leşkerî ya Îsraîlê ji malpera El-Hûra re wiha got: “Îran li welatên bêhêz wekî Sûriyê baregehên xwe ava dike, ne ji bo parastina rejîma Sûriyê lê belê ji bo parastina mîlîsên xwe yên li wê derê.”

Efserê Îsraîlê têkildarî hebûna Îranê ya li Sûriyê got: “4 armancên Îranê li Sûriyê hene; avakirina bingehên leşkerî yên stratejîk, mayîndekirina berjeweniyên xwe yên şer bi taybetî li Dêrazor, Bokemal û Tidmurê, her wiha armancên wê yên aborî hene, nexasim vegerandina pereyên ku di salên dawîn de li Sûriyê xerc kirine û derbaskirina rejîma Îranê ji Sûriyê ye.”

Efserê Îsraîlê îşaret bi hewldanên Îranê yên avakirina baregehên xwe yên li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de kir û got ew hewldan ji bo xurtkirina derfetên wê yên leşkerî û derbaskirina komên çekdar ên ji welatên biyanî ne.

Efserê Îsraîlê her wiha îdia kir ku Sûriye dê nebe çavkaniyeke hêzê ji bo Îranê, lê belê ji ber êrişên li wir pêk tên, dê were biçûkxistin.

(cx)