ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-02-2021
26 sibat, 2021   00:00

-Akademiyên Civaka Demokratîk bi diruşma "Bi felsefe û zanista azad ber bi avakirina neteweya demokratîk ve" konferansa xwe ya 5'emîn li navçeya Amûdê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Îbrahîm Şêxo got: “Rojnameya New York Times bi dewletaTirk re hevkar e û dixwaze rewabûnê bide dagirkirina wê ya li ser Efrînê. Bi wê re eşkere dibe ku dewleta Tirk wijdana wê rojnameyê û rojnameya Spanyayê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ahmet Oguz greva birçîbûnê ya girtiyan ku li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye, nirxand û got “Dewleta Tirk vê tecrîdê bi tena serê xwe nameşîne. Hêzên navneteweyî yekser destekê didin tecrîdê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Malbatên şehîdên berxwedana Garê diyar kir ku ew bi zarokên xwe serbilind in ku li herêma Garê efsaneyên qehremaniyê xêz kirine û dan zanîn ku berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) hemû planên dewleta Tirk a dagirker têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Mizgîn Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk tevahî partî û tevgerên ku xwedî li pergelên alternatîfê pergala  kapîtalîzma serdest derdikevin, dike hedef. Mizgîn Ehmed zêdebûna asta êrişên li dijî HDP`ê spart tirsa hêzên hegamon ji rûniştandina pergaleke demoraktîk. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Partiyên siyasî yên li Til Hemîsê banga hevgirtinê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û diyar kir ku dewleta Tirk nexşeyên dagirkirinê li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê xêz dike û hewl dide desthilata Osmanî vejîne û welat dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Gerînendeya Koordînasyona Navneteweyî ya Partî û Rêxistinên Şoreşgerî (ICOR) Monica Gartner Angel got, pêwîste faşîzma dewleta Tirk were bidawîkirin û hevkariya Almaniya û dewletên Ewropayê were şermezarkirin. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Cizîrê hunermend Seîd Yûsif di salvegera yekemîn a wefata wî de li hola Zana ya bajarê Qamişlo bi bîr tîne, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên kantona Cizîrê diyar kirin ku parastina civakê ji madeyên hişbirê erka malbat û Hêzên Ewlekariya Hundirîn e û gotin: "Belavkirina madeyên hişbirê cûreyekî şerê taybet e ku armanc jê jihevxistina civakî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sûka sergirtî ya li Minbicê ji ber ku tê de kel û pelên cuda bi nirxên baş peyda dibin, bûye meqseda muşteriyan û bazîrganên herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA