Çalakiyên Hefteya Çandî bi dawî bûn

Çalakiyên Hefteya Çandî yên ku MSD'ê  bi hevkariya bi Navenda Çand  û Hunerê ya Reqayê re orgenîz kirine, dawî bûn.

Çalakiyên Hefteya Çandî bi dawî bûn
Çalakiyên Hefteya Çandî bi dawî bûn
Çalakiyên Hefteya Çandî bi dawî bûn
Çalakiyên Hefteya Çandî bi dawî bûn
Çalakiyên Hefteya Çandî bi dawî bûn
Çalakiyên Hefteya Çandî bi dawî bûn
Çalakiyên Hefteya Çandî bi dawî bûn
Çalakiyên Hefteya Çandî bi dawî bûn
Çalakiyên Hefteya Çandî bi dawî bûn
25 sibat, 2021   14:58
REQA

Di dawiya çalakiyên Hefteya Çandî de şahiyek li avahiya Navneda Çand û Hunerê hat lidarxistin. Nûnerên  Meclisa Sivîl a Reqayê, rûspî û şexên eşîrên herêmê, wêjevan û rewşenbîrên Reqayê di şahiyê de amade bûn.

Sînevîzyonek li ser çalakiyên Hefteya Çandî, ji pêşangeha wênexêziyê, şano, pêşkêşkirina fîlm, semîner û rûniştinên folklorî hat pêşandan.

Piştre Hevseroka MSD'ê Emîne Omer bixêrhatina mêvanan kir û kêfxweşiya xwe bi vegera çalakiyên çandî li bajarê Reqayê ku bi paytexta çandê tê nasîn, anî ziman. Her wiha Emîne Omer li ser rewşa çandî ya Reqayê û dema di bin serweriya DAIŞ’ê de bû axivî.

Nûnerên MSD'ê Emîne Omer, Xelîl Xemîs û Selam Hisên, kesên ku hefteya çandî bi ser xistine, xelat kirin.

Piştre ji bo her yek ji van nivîskaran merasîmek îmzekirinê hate çêkirin; Dilşad Murad ji bo pirtûka xwe "Ideolojiya Qirkirina Etnîkî", nivîskar Amir Farso ji bo pirtûka xwe ya şanoyê"Helbestvan û Celad" û nivîskar Celaa Hemzawî ji bo pirtûka "Ji bo kê".

Şahî bi beşdarbûna gelek stranbêjên gelêrî yên Reqayê û pêşkêşkirina helbestan bi dawî bû.

Di Hefteya Çandî de, rêzçalakiyên çandî wek kurtefîlm, şanoya (siya mêrekî) ya Deham El-Setam, şanoya (gulên sor layîqî general in) ya Fîras Remedan, hatin pêşkêşkirin. Her wiha di çalakiyê de bal li ser nivîsgeha Bor Seîd ku kevntirîn nivîsgeh e û nûnertiya çandê di dîroka Reqayê de dike, hat kişandin.

(dm)

ANHA