Li Minbicê der barê aktîfkirina rola ciwanan di civakê de panelek hate dayîn

Bi diruşma"Ber bi komxebateke ciwanên Sûriyê ve" îro Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk li Minbicê panelek li dar xist û tê de îşaret bi girîngiya aktîfkirina rola jinên ciwan û ciwan bi giştî û rihê tevlêbûnê xurt bikin, kir.

Li Minbicê der barê aktîfkirina rola ciwanan di civakê de panelek hate dayîn
Li Minbicê der barê aktîfkirina rola ciwanan di civakê de panelek hate dayîn
Li Minbicê der barê aktîfkirina rola ciwanan di civakê de panelek hate dayîn
Li Minbicê der barê aktîfkirina rola ciwanan di civakê de panelek hate dayîn
Li Minbicê der barê aktîfkirina rola ciwanan di civakê de panelek hate dayîn
Li Minbicê der barê aktîfkirina rola ciwanan di civakê de panelek hate dayîn
Li Minbicê der barê aktîfkirina rola ciwanan di civakê de panelek hate dayîn
Li Minbicê der barê aktîfkirina rola ciwanan di civakê de panelek hate dayîn
Li Minbicê der barê aktîfkirina rola ciwanan di civakê de panelek hate dayîn
24 sibat, 2021   18:25
MINBIC

Nûnerên partiyên siyasî û tevgerên ciwanên a Minbicê û herêma Firatê beşdarî panela ku li hola Navenda Çand û Hûnerê ya rojavayê bajarê Minbicê bûn.

Panel ji du rojevên sereke pêk hat, ya yekemîn behsa aloziya Sûriyê û bandorên wê li ser ciwanan û bandora şerê taybet ê ku ji aliyê gelek aliyan ve tê meşandin hat kirin, ji wan dewleta Tirk, hikumeta Sûriyê û bandora fikirê tundraw ê DAIŞ`ê.

Rojeva duyem jî behsa rola ciwanan di avakirina saziyên parastin û sivîl ên Rêveberiya Xweser û di standina biryaran de û rola ciwanan di têkoşîna li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Sûriyê, awayê têkoşîna li dijî fikirê tundraw û çareseriya ji bo hemû astengiyan û awayê pêşxistin û avakirina beşa ciwan, kir.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre têkildarî rojeva yekemîn endama Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Ehmed El-Cemêlî axivî û got  aloziyê nifşek wenda kir, ew bi dûrî xwendinê xistin û hişt ku bi debara xwe ve mijûl bibin, bi vî awayî gendelî belav bû. Li aliyekî din jî vî nifşî kesayet û fikir winda kir heta mirov dikare bibêje ku di vê aloziyê de pêşeroja xwe jî wenda kirin.

Ehmed El-Cemîlî da zanîn ku vê aloziyê civak parçe kir û dewletên kapîtalîst ji van parçeyan qezenc dike, ji wan dewleta Tirk e ku artêşa Azad a ku destpêka aloziya Sûriyê derket veguhest çeteyan û ji bo berjewendiyên xwe dixebitîne.

Ehmed El-Cemîlî ev yek li gotina xwe zêde kir: "Şerê taybet, şerekî sar û demdirêj e, dewlet bi rêya çapemeniyê û torên civakî bi giştî dide meşandin, armanca wan ji vî şerî dûrxistina ciwnan ji cewherê wan e, ji ber ku ciwan dînamîka civakan e, da ku dewleta Tirk beyî berxwedanê herêman dagir bike."

Di rojeva duyemîn de jî endamê Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Ednan Feraşîn axivî û got gelek kes wateya azadiyê û lîbraliyê nizanin û di encamê de her duyan dikin yek, diwestin û tê dikoşin, lê azadiyê nabînin û tenê lîbralîzmê dibînin ku ew jî baweriya eşkere ya kapîtalîzmê ye.

Piştî her du rojev bi dawî bûn, deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin, beşdaran îşaret bi zewicandina biçûkan kir, astengiyê ku di civakê de derdikevin  pêşberî ciwanan, awayê têkoşîna li hemberî vê yekê û zanebûna ciwanan a li hemberî şerê taybet kirin.

Panel bi  gelek encaman bi dawî bû ji wan; aktîfkirina rola jinên ciwan û ciwanan di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de, xurtkirina rihê tevlêbûnê da ku asta berxwedanê were bilindkirin û beşdarî parastina welat bibin, berdewamkirina lidarxistina panelên têkildarî rewşa ciwanan da ku hemû astengî werin şopandin û werin çareserkirin, zanîn û çand werin diyarkirin û serî ji dewletên ku destwerdana Sûriyê dikin neyê tewandin, girîngiyê bidin komeleyên xwendekaran da ku kar û perwerdeyên guncaw ji bo hemû temenan were dayîn û bi vî awayî şerê taybet têk biçe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d5XP5TSE2-U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>