Li Hesekê panelek li ser tundiya li dijî jinan hat lidarxistin

Bi diruşma"Em ji zewaca biçûkan re dibêjin na" Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Hesekê, panelek li dar xist, tê de li ser şêwe û sedemên tundiya li dijî jinan eşkere kirin, li aliyekî din jî gelek pêşniyar ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan û zewaca biçûkan hatin kirin.

Li Hesekê panelek li ser tundiya li dijî jinan hat lidarxistin
Li Hesekê panelek li ser tundiya li dijî jinan hat lidarxistin
Li Hesekê panelek li ser tundiya li dijî jinan hat lidarxistin
Li Hesekê panelek li ser tundiya li dijî jinan hat lidarxistin
24 sibat, 2021   17:51
HESEKÊ

Bi armanca sînordarkirina tundiya li dijî jinan a li nava civakan nexasim li herêmên dagirkirî û birasthatina 8`ê Adarê anku Roja Jinan a Cîhanê, Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Hesekê panelek li dar xist.

Li ser asta kantona Hesekê bi sedan endamên Yekitiya Jinên Ciwan û endamên Kongreya Star beşdarî panelê bûn.

Hola panelê ya li nêzî Çerxerêya Sebax a li Hesekê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartan hate xemilandin.

/ar/uploads/files/2021/02/24/160207_mydya-ywsf-28large29.webp

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Rêveberiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê Medya Yûsif axivî û wiha got: "Jin ji berê de civakê bi rê ve dibe û rola wê ya girîng di tevahî aliyan de heye."

Medya Yûsif da zanîn ku di civakê de jin hîn jî rastî tundiyê tên, jinan di Şoreşa Rojava de roleke sereke lîst, civak pêş xist û hişmendiya mêran guhart.

Medya Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku ji bo astengiyên di pêvajoya Şoreşa Rojava pêrgê wan dibe, derbas bikin de divê çalakiyên xwe berdewam bikin. Dijminên ji derve û siyasetên desthilatdar jinan dikin armanc û vîna wan asteng dikin, di serê pêşî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê. Ji lew re divê jin li dijî hemû awayên sûcan û tundiya li dijî jinan bisekinin da ku civakeke biewle û pêşketî ava bikin.

/ar/uploads/files/2021/02/24/160319_afyn-bash-28large29.webp

Piştre Endama koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Başo der barê tundiya li dijî jinan de semînerek da. Evîn Başo destpêka axafatina xwe nêzîkbûna cejna Jinan ku 8`ê Adarê ye pîroz kir, dûvre sedema tundiya li ser jinan û encamên wê li ser civakê û jinan diyar kirin.

Evîn Başo destnîşan kir ku dezgehên tundiyê yên li dijî jinan gelek in, dibe ku bi rêya gefan re be û dibe ku bi rêya keysbaziyê yan jî xapandin, destdirêjî û biçûkdîtina aqil û bedenê be, her wiha dibe ku bi rêya kêmkirina ji rêzdayîna ji nefesa xwe re be û kêmkirina ji rûmeta jinan re be.

Evîn sedemên tundiyê diyar kir û got: "Ew çandî û perwerdeyî ne û adatên şaş û aborî ne, ji bo hin cureyên tundiyê û bindestiyê jin wekî faktorekî sereke ye, sedema vê yekê jî ew e ku vî tiştî qebûl dike û lêborînê û bêdengiyê wekî reftara vê yekê dibîne, ji lew re dibe sedem ku hin kes hîn zêdetir tecawizan bikin."

Evîn Başo da zanîn ku ji şopên ku jin ji ber tundiyê zehmetiya wan dikişîne şopên derûnî û windakirina baweriya xwe û civakî ye, ji wan parçekirina civakî û berdan e û tenduristiyê ji wan birîndarî û daxistina zarokan e.

Evîn Başo di dawiya axaftina xwe de eşkere ku hewldanên wan ên alîkarkirina jinên ku bi tundiyê re rû bi rû bimînin, divê bi xurtkirina enerjiyan be da ku karînên jinan ên li dijî tundiyê ava bikin û li dijî tundiyê xebatê zêde bikin û çanda bêdengiyê ji holê rakin.

/ar/uploads/files/2021/02/24/160224_syran-sydw-28large29.webp

Li aliyekî din jî endama Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Hesekê Seyran Seydo semînerek têkildarî zewicandina biçûkan û bandora wê ya neyênî ya li ser civakê da û got: "Zewicandina biçûkan ên temenê wan kêmî 18 salan e û nikarin berpisyariyê rakin ji girîngtirîn diyardeyên tundiya li dijî jinan e."

Seyran Seydo ev yek li gotina xwe zêde kir: "Di pêşketin û avakirina civakê de jin xwedî rolek in û ji bo avakirin û pêşxistina civakên azad jin mamoste û perwerdeya sereke ne, li aliyekî din jî sînordarkirina diyardeya tundiya li dijî jinan ji her du aliyan jin û mêran tê xwestin."

Seyran Seydo di dawiya axaftina xwe de got: "Zewicandina di temenê biçûk de ne zewaceke serkeftî ye û bandorên wê yên tenduristî û derûnî hene her wiha rewşên xwekujiyê û berdanê jî zêdtir dibin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên di civakê bi giştî de û jinan bi taybet pêşniyar hatin kirin, ji wan semîner û nîqaşên di nava civakan de da  ku bibe navgîna guhartina malbatê.

Di nava nîqaşên beşdaran de hate piştrastkirin ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya felsefeya xwe ya ku di nava civakan de hatiye belavkirin, civak pêşxist.

Beşdaran banga hesabxwestina ji her kesên ku qanûnên mala jinan bin pê dikin kir û banga sekna li dijî zewicandina biçûkan kir, ji bo şerê taybet sînordar bibe banga pêşxistina jinan kir.

Di dawiya panelê de gelek çareserî hatin pêşniyarkirin, ji wan perwerdekirina malbatê bi giştî, ciwan werin perwerdekirin, li herêmên başûr bi taybet ku zehmetiya pîvanên eşîran dikişînin jin werin pêşxistin, jinan teşwîqî berdewamkirina xwendinê bikin, di nava komînan de komîteyên jinan werin avakirin, li dijî hewldanên destdirêjiyê, qetilkirin û revandinê bertek werin nîşandan û hesab ji kesên ku çavên xwe li ser zewicandina pêşwext digirin, were xwestin.

(eh)

ANHA