Li gundewarên Til Temirê çeteyên Tirkiyê ciwanek birîndar kir

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ciwanekî ji gundê Debîb ê başûrê rojavayê Til Temirê armanc kir û di encamê de ciwan birîndar bû.

Li gundewarên Til Temirê çeteyên Tirkiyê ciwanek birîndar kir
24 sibat, 2021   17:40
HESEKÊ

Ciwanê bi navê Neser Ezîz (24) ji gundê Debîb ê başûrê rojavayê Til Temirê bi 28 km ye û di encama êrişa çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de birîndar bû. Gundê Debîb li pişt depoyên Aliya yên nêzî eniya şer e.

Malbata ciwanên birîndar eşkere kir ku kurê wan ji milê pişt ve birîndar bûye û ew texmîn dikin ku gule ji aliyê gundên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine ve, hatiye.

Ciwan rakirin Nexweşxaneya Recaa ya li bajarê Hesekê ku tedawî bibe.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6rrLr6cTts4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>