Meclisa Malbatên Şehîdan 2 şehîdên Berxwedana Garê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê merasîma xiyabî ya du şehîdên ji şehîdên berxwedana Garê bi beşdariya bi sedan şêniyên Kobanê li Goristana Şehîd Dicle, li dar xist.

24 sibat, 2021   17:06
KOBANÊ

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Kongreya Star Arîn Kobanê axivî û wiha got: "Divê gelê me tevahî bizane ku bi şehadeta van hevrêyan serkeftinaeke mezin bi dest ket, ji ber wan êrîşeke mezin a dewleta Tirk a faşîst şikand."

Arîn Kobanê wiha domand: "Gerîla bi vîna xwe li hember çekên giran û balafirên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da û nehişt dewleta Tirk Garê dagir bike û rêya di navbera parçeyên Kurdistanê de qut bike. Lê belê van şehîdan canê xwe feda kir û nehişt dagirkerî damarên Kurdistanê qut bikin."

Dûvre hevserokê herêma Firatê Mihemed Şahîn wiha axivî: "Dijminê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê yek e û bi hemû rê û rêbazan hewl dide tevahî gelên Rojhilata Navîn bê vîn be û têkeve bi nêrê desthilatiya wê."

Şahîd destnîşan kir ku azadiya gelê Kurd dê bibe destpêka rizgariya gelên Rojhilata Navîn û dê bi saya van şehîdan mîna serkeftina Garê ya efsanewî ev yek pêk were.

Li aliyekî din jî endamê Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Mensûr Selûm malbata şehîdan silav kir û soz da ku rêça şehîdan heta rizgarkirina tevahî herêmên bakurê Sûriyê bişopînin.

Şahîn ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker re wiha got: "We îxanet li rûmetê kir û dê dîrok we lanet bike û em ê bi hemû pêkhateyên xwe li hember we heta rizgarkirina xakê şer bikin."

Li aliyekî din jî bi navê malbata şehîd Delîl Kobanê Xelîl Mehmûd destnîşan kir ku ne ji qurbanên şehîdan bûya, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nikarî bi biratî û bi her jiyan bikira û li hember faşîst Tirk tê bikoşiya.

Nîhad Osman jî bi navê malbata şehîd Rêber Kobanê wiha got: "Şehîd nasnameyên me ne û em ê li ser rêça wan bimeşin û xwedî li keda wan a pîroz derkevin."

Navên her du şehîdan wiha ne; Ewnî Mehmûd (Delîl Memûd) ji gundê Qirmex ê rojhilatê Kobanê û şehîd Îbrahîm Osman (Rêber Koktebî) ji gundê Koktebî yê başûrê rojhilatê Kobanê ye.

(fr)

ANHA