Li beyarê Sûriyê 19 endamên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê li gel bombebarana balafirên şer ên Rûsyayê li beyarê Sûriyê, şerên di navbera çeteyên DAIŞ`ê û hêzên hikumeta Şamê de berdewam in. Di encamê de bi dehan birîndar û kuştî hene.

Li beyarê Sûriyê 19 endamên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin
24 sibat, 2021   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê de 9 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û li çolistana Sûriyê peywendiya bi komekê re ku ji 12 leşkeran pêk dihat qut bû û heta niha çaranûsa wan ne diyar e.

Li gel ku balafirên şer ên Rûsyayê êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin ku di encamê de 10 çete li çolistana rojahilatê Hemayê û beyarê Dêrazorê hatin kuştin, ev êriş pêk hat. 

Tevî ku balafirên şer ên Rûsyayê beyara El-Şola ya li parêzgeha Dêrazorê û herêmên din ên sêgoşeya Heleb-Hemayê- Reqayê kirin armanc, lê êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî hikumeta Şamê û alîgirên wê ranewestîn.

(eh)