‘Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi îradeya jinan bi ser ket’

Şehnaz Hac Mihemed di semînera danasîna 8`ê Adarê de got, şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkoşîn û îradeya jinan bi ser ket.

‘Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi îradeya jinan bi ser ket’
24 sibat, 2021   14:14
HESEKÊ

Kongreya Star bi dirûşma “Têkoşîna me mîsogeriya şoreşa jinan e" li navçeya Zirganê semîner li dar xist. Bi dehan jinên navçeya Zirganê û endamên saziyan tev li semînerê bûn. Semîner li hola civînan a navçeyê hate dayîn.

Di semînerê de endama Kongreya Star Şehnaz Hac Mihemed der barê 8`ê Adarê de wiha axivî: "Bi hezeran jin di sala 1857`an de daketin qada New Yorkê û banga maf û wekheviyê kir."

Şehnaz Hac Mihemed got tevî gelek hewldanên sekinandina xwepêşandanên jinan lê ew ji bo bidestxistina mafên xwe tê koşiyan. Şehnaz diyar kir ku ew roj ji wan re girîng e, ji ber ku ew roja têkoşîn û berxwedana hemû jinan li dijî zilm û zordariyê ye.

Şehnaz behsa rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha axivî: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkoşîn û îradeya jinan bi ser ket. Rola jinan di hemû aliyên jiyanê de sereke ye û mafên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xist.”

Şehnaz bang li hemû jinan kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku mafên xwe mîsoger bikin.

Di dawiyê de dirûşmên banga azadiya hemû jinan hatin berzkirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/s5X5x3GN-Bw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>