Bi dîmen..artêşa Tirk li pêş hêzên Rûsyayê gundewarên Eyn Îsayê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker ji vê sibehê de, derdora bajarokê Eyn Îsayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî belavûna hêzên Rûsyayê li derdora bajarok û li ser rêya M4, topbaran dike.

Bi dîmen..artêşa Tirk li pêş hêzên Rûsyayê gundewarên Eyn Îsayê topbaran dike
24 sibat, 2021   15:59
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker aliyê rojhilata Eyn Îsa, gundê Seyda û rêya M4 ji saet 10:00’ê sibehê û heta niha ve, topbaran dike.

Di dîmenê de topbaranên dijwar ên dewleta Tirk li pêş mezintirîn baregeha Rûsyayê li navçeya Eyn Îsayê eşkere dibin.

Heta vê kêliyê tu agahiyên li ser ziyanên canî yên di encama topbaranên dewleta Tirk a dagirker de bi dest neketine.

QSD’ê duşemê ragihand ku 3 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin û 7 çeteyên dîtir jî li gundê Hoşan ê rojavayê Eyn Îsayê birîndar bûne.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hov ji 23’yê Mijdara par ve didomîne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_uo6lBQ0i0o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>