Almanyayê ceza li efserekî berê yê hikumeta Şamê birî

Dadgeha Almanyayê bi tawana hevkariya di sûcên dermirovî de, cezayê girtinê heta 4 sal û nîvan li efserekî berê yê hikumeta Şamê birî.

Almanyayê ceza li efserekî berê yê hikumeta Şamê birî
24 sibat, 2021   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di yekemîn darizandina li dijî binpêkirinên hikumeta Şamê li Sûriyê de, dadgeha Almanyayê îro cezayê girtîgehê heta 4 sal û nîvan li efserê berê yê di nava hêzên hikumeta Şamê de Iyad El-Xerbî (44) birî. El-Xerîb bi hekariya di sûcên dermirovî û girtin û binçavkirina herî kêm 30 xwepêşandêrên li Xûta Rojhilat a Şamê di navbera Îlon û Cotmeha 2011`an de, tê tawanbarkirin.

Her wiha sûcdarekî din ê bi navê Enwer Reslan (58) tê darizandin ku cihekî girîng di saziya ewlekariyê ya hikumeta Şamê de digirt û ji ber pêkanîna sûcên dermirovî û kuştina 58 kesan û îşkencekirina 4 hezar girtiyan, ji bo edaletê dihat xwestin.

Li gorî malpera El-Erebiye, çavdêr destnîşan dikin ku ev cezayekî dîrokî ye li dijî leşkerekî berê yê îstixbarata hikumeta Şamê û di çarçoveya dozên girêdayî binpêkirinên hikumeta Şamê de pêk tê.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekê ye li cîhanê ku dadgehek di dozeke girêdayî kiryarên hikumeta Şamê de cezayekî dibire.

(cx)