​​​​​​​Girtiyekî 55 salî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da

Ramazan Akbaşli ku li girtîgeha Wanê dihat ragirtin ku hate îdiakirin xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Girtiyekî 55 salî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
24 sibat, 2021   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyê bi navê Ramazan Akbaşli (55) ku li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê hatibû rehînkirin, jiyana xwe ji dest da. Akbaşli rakiribûn Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya Wanê û jiyana xwe ji dest da.

Tê payîn ku cenazeyê Akbaşli li taxa Turankoyê ya navçeya Serayê bê veşartin.

(cx)