Dadgeheke Almanyayê 10 sal ceza li serçeteyekî DAIŞ'ê birî

Dadgeheke Almanyayê 10 sal û 6 meh ceza li ser serçeteyekî DAIŞ'ê birî ku toreya tundraw li Ewropayê bi rê ve dibir û ciwanên dişandin Sûriye û Iraqê.

Dadgeheke Almanyayê 10 sal ceza li serçeteyekî DAIŞ'ê birî
24 sibat, 2021   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP'ê, dadgeha Almanyayê ceza li dijî serçeteyê DAIŞ'ê Ehmed Abdulezîz Abdullah yê li Almanyayê birî.

Ehmed Abdulezîz Abdullah ku bi navê ‘Ebû Wela’ tê nasîn, bi rêveberiya toreya tundraw a ku ciwanên li Ewropayê bi rêxistin dike û alîkariya wan dike da ku biçin Sûriye û Iraqê, hate tawanbarkirin.

(dm)