Li bajarên Serawan û Zahdan ên Belûcistanê li dijî hêzên Îranê greva giştî dest pê kir

Li dijî kuştina kolberên Belûc û êrişên li dijî xwepêşandêran li bajarên Serawan û Zahdan ên parêzgeha Belûcistanê, greva giştî dest pê kir.

Li bajarên Serawan û Zahdan ên Belûcistanê li dijî hêzên Îranê greva giştî dest pê kir
24 sibat, 2021   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Serawan ê Belûcistanê di êvara 22’yê Sibatê de çekdarên Îranê êrişî kolberên Belûc kir. Di êrişê de 10 kolber hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Ajansa Rojnewsê ragihand ku duh li dijî vê êrişê li bajarê Serawan xwepêşandanê dest pê kir. Ji ber êriş û destwerdana hêzên leşkerî yên Îranê alozî derket. Piştî êrişê welatiyan berê xwe da navendên îdarî yên li bajêr. Piştî dorpêça çend navendên leşkerî, welatî ketin avahiya qeymeqamtiya Serawanê.

LEŞKERÊN ÎRANÊ WELATÎ GULEBARAN KIRIN

Hêzên çekdar ên Îranê li nava baregehên xwe xwepêşandêr gulebaran kirin. Ji aliyê din ve li bajarên derve leşker şandin bajêr da ku welatiyan bê deng bikin.

Ji êvara duh ve welatiyên parêzgeha Belûcistanê ji bo piştgiriya serhildana xelkê Serawan daketine qadan. Li bajarê Pompeşt ê parêzgehê jî welatiyan dest avêt çekê û ragihand ku amade ne xwe biparêzin. Belûciyên Pakistanê jî ji bo piştgiriyê ber bi sînor ve hatin.

Ji ber sedema qutbûna xetên înternet û telefonê agahiyên berfireh ji bajêr bi dest nakevin. Lê, îro danê sibehê, hate ragihandin ku gelek kes li Serawanê hatine destgîrkirin û li ber navendên ewlehiyê xizmên girtiyan kom bûne û daxwaza berdana wan dikin.

Li gorî agahiyên berdest li dijî kuştina kolberan ji aliyê hêzên Îranê ve, li bajarên Serawan û Zahdan greva giştî heye û tevahiya bazar û dikan girtî ne.

Her wiha tê gotin ku ji şeva borî ve hêzek zêde ya leşkerî sewqî bajarên Serawan û Zahdan kirine û li van bajaran liv û tevgereke leşkerî heye.

Ji ber sedema qutbûna xetên înternet û telefona hîn hejmara kuştin, birîndarkirin û destgîrkirina xwepêşandana duh a Serawan nayê zanîn û zanyariyên zelal nîn in.