Biden û Kazimî şerê li dijî DAIŞ'ê nîqaş kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya telefonê bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re axivî û behsa girîngiya parastina aramiya Iraqê û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê kir.

Biden û Kazimî şerê li dijî DAIŞ'ê nîqaş kir
24 sibat, 2021   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha çapemeniyê yê serokwezîrê Iraqê ku ajansa fermî WAA weşandiye, Joe Biden û Kazimî li ser girîngiya parastina şandeyên dîplomatîk li Iraqê û redkirina hewldanên têkbirina aramiya Iraqê li hev kir.

Her wiha Biden û Kazimî li ser telefonê pêşxistina têkiliyên her du welatan û berdewama hevkariya şerê li dijî DAIŞ'ê nîqaş kir.

Kazimî li ser Twitterê diyar kir ku wî bi Biden re behsa pêşxistina têkiliyên her du welatan û berdewama hevkariya şerê li dijî DAIŞ'ê û piştgirîdayîna ewlehiya herêmê kir.

Li gorî Reutersê, Qesra Spî jî anî ziman ku Joe Biden û Mistefa Kazimî bi rêya telefonê roja sêşemê êrişên di demên dawîn de ên li dijî hêzên Iraq û hêzên Koalîsyonê pêk hatine, nîqaş kirin û li ser girîngiya muhasebekirina berpirsên wê yekê li hev kir.

(dm)