​​​​​​​YE ji bo HDP`ê daxuyanî da

Berdevkê Nûnerê Bilind ê YE’yê, Peter Stana têkildarî zextên li ser HDP’ê fikarên xwe anî ziman.

​​​​​​​YE ji bo HDP`ê daxuyanî da
24 sibat, 2021   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Nûnerê Bilind ê Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, Peter Stana têkildarî zextên li ser HDP’ê daxuyanî da.

Stana da zanîn ku ew ji ber girtina HDP’iyan, tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê û hewldanên rakirina destnedayîna parlamenterên HDP’ê bi fikar in û wiha got: “Divê Tirkiye, ji mafên mirovan û sereweriya hiqûqê re rêz bigire û di serî de azadiya rêxistinbûna siyasî, pergala demokratîk ewle bike.”

(cx)