​​​​​​​Piştî Kanî Masî û Binarê Qendîlê herêma Biradostê jî tê bombebarankirin

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker piştî Binarê Qendîlê, Herêma Biradost jî bombebaran kir.

​​​​​​​Piştî Kanî Masî û Binarê Qendîlê herêma Biradostê jî tê bombebarankirin
24 sibat, 2021   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê bi dest xistine, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker Herêma Biradostê bombebaran kir.

 Li gorî agahiyan bombebaran hîna dewam dike.

Hêjayî gotinê ye balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker beriya Herêma Biradostê, Kanî Masî û rêzeçiyayên Direbî, Bêrimke û nêzî Sûredê yên ser bi Binarê Qendîlê ve jî bombebaran kirin.

(cx)