Hêzên leşkerî yên Suryanî: Hovîtiya rêxistinên terorîst nikarîn vîna me bişikîne

Meclisa leşkerî ya Suryan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro diyar kirin ku ruxmî hovîtiya rêxistinên terorîst lê vîna wan xurt e.

Hêzên leşkerî yên Suryanî: Hovîtiya rêxistinên terorîst nikarîn vîna me bişikîne
23 sibat, 2021   10:30
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di 23`yê Sibata 2015`an de di berbanga sibê de, çeteyên DAIŞ`ê êrişî Til Temirê kirin, nexasim gundên Xabûr, gelek sivîl kuştin û zêdetirî 250 sivîlên Xiristiyan revandin.

YPG û YPJ`ê bi piştgiriya Meclisa Leşkerî ya Suryan û Hêzên Parêzvanên Xabûr li hemberî wan êrişên hovane yên li dijî bajêr û niştecihên wê, li ber xwe dan.

Di salvegera 6`an a rizgarkirina gundewarên navçeya Til Temirê ji çeteyên DAIŞ`ê de, Meclisa Leşkerî ya Suryan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro bi du daxuyaniyên cuda soza berdewamkirina têkoşînê nû kirin.

Daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Suryan wiha ye:

 “Em her sal di 23`yê Sibatê de salvegera berxwedana Xabûr bi bîr tînin. Di wê berxwedanê de şervanên me li hemberî hovatirîn rêxistinên terorîst li ber xwe dan.

Ruxmî hovîtiya wan rêxistinan, lê vîna me xurt bû û israra me zêde kir ku li hemberî wan êrişan bibin bendeke asê. Em şehîdê xwe yê yekemîn Asro û hevalên wî yên ku ji bo parastina xelkê me yên di destê wan kesên tundraw de, canê xwe feda kirin bi bîr tînin.

Li ser wê bingehê û ji bo parastina gelê xwe me hêzên xwe li herêmên Til Temirê û Xabûrê belav kirin.

Ji bo belavkirina aştî û ewlehiyê li gund û herêmên me, me gelek fedekarî pêşkêş kir. Ji bo rizgarkirina axa dagirkirî û tunekirina terorê me gelek şehîd dan û hîna em didin.

Soza me ji bo hemû şehîdan, em ê heta nefesa dawî li ser rêya we bin.”

Daxuyaniya Sotoro jî wiha ye:

 “Îro salvegera 6`an a êrişên li dijî gundên Xabûr e. DAIŞ`ê êrişê gelê me yê Suryan, Aşûr û Keldan kir û di encamê de 33 gundên ewle vala bûn, komkujiyên hovane li dijî wan pêk anîn, jin, zarok û temenmezin revandin û dêrên me wêran kirin û şewitandin.

Ev êriş ji bo gelê Suryan, Aşûr û Keldan trajedeyek û qirkirineke din e ku li lîsteya sûcên li dijî wan di dirêjahiya dîrokê de pêk hatine zêde dibe.

Lê nikarîn bi hovîtiya xwe vîna me bişikînin. Lê belê hêzên me li hemberî wan li ber xwe dan û ew tune kirin. Di vê çarçoveyê de gelek şehîd dan û gundên Xabûr rizgar kirin. Bi têkoşîna xwe me yekitiya gelên herêmê li dijî tevahiya rêxistinên tundraw rave kir ku bû destpêka rizgarkirina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê.

Em soz didin şehîdan ku şopdarên rêya wan bin, têkoşînê berdewam bikin heta ku mafên gelê me û gelên herêmê yên rewa misoger bibin.”

(şx)

ANHA