Amerîka helwesta xwe der barê nakokiya Îsraîlê û Filistinê eşkere kir

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê helwesta xwe ji bo çareserkirina nakokiya Îsraîl- Filîstînê eşkere kir û got çareserî ji nakokiyên herdu dewletan guncav e.

Amerîka helwesta xwe der barê nakokiya Îsraîlê û Filistinê eşkere kir
23 sibat, 2021   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reuters, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi bîr xist ku Anthony Blinken hempîşeyê xwe yê Îsraîlê agahdar kir ku çareserkirina nakokiya Îsraîl- Filîstînê ji bo pêşeroja Îsraîlê çareseriya herî guncav e.

Wezareta Karên Derve ragihand ku Blinken di peywendiyek telefonî de bi hempîşeyê xwe yê Îsraîlê Gabi Ashkenazi ragihandiye ku rêveberiya Joe Biden dibîne ku çareserkirin misogerkirina pêşeroja Îsraîlê wekî dewletek Cihû û demokratîk li kêleka dewleta Filîstînê ye.

(dx)