QSD: Li Eyn Îsayê 3 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê ragihand ku di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Eyn Îsayê de 3 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

QSD: Li Eyn Îsayê 3 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn
22 sibat, 2021   15:35
NAVENDa NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê bi daxuyaniyekî ragihand ku hêzên wan bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsayê dan û ev agahî parve kirin:

"Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser gundewarê Eyn Îsa û gundên Girê Spî zêde kir. Di wan êrişan de bi taybet gundên Huriyê, Hoşan, Xalidiyê, û rêka M4 hatin hedef girtin. Şervanên me di çarçoveya parastina rewa de bersivê wan êrişan dan. Di encama bersivdayinê de, li xeta Hoşan û Xalidiye pêvçûn qewimîn. Di wan pêvçûnan de 3 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn. Topbarana li ser herêmê berdewam dike. "

ANHA