Dagirkeran li gundekî Eyn Îsayê 5 sivîl revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Sigêro ya dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsayê 5 sivîl revandin.

Dagirkeran li gundekî Eyn Îsayê 5 sivîl revandin
22 sibat, 2021   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yê Ehrar  El-Şerqiyê û Polîsên Leşkerî di saet 06:00'an de girtin ser gundê Sigêro ya dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa û 5 sivîl revandin.

Hate diyarkirin ku kesên hatine revandin ji malbata Himêdî El-Şêx, ji wan Hec Mistefa Himêdî El-Şêx hate naskirin.

Çeteyan bi tawana ku ev kes bi QSD'ê re kar dikin, girtin.

ANHA