Têkildarî êrişa li Hewlêrê, Tehranê got: Aliyekî sêyemîn heye dixwaze Îranê bixe xefkê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade têkildarî tawanbariyên ji Îranê re li ser êrişa Hewlêrê, got: “Aliyekî sêyemîn heye dixwaze Tehran û Bexdayê bixe xefkê.”

Têkildarî êrişa li Hewlêrê, Tehranê got: Aliyekî sêyemîn heye dixwaze Îranê bixe xefkê
22 sibat, 2021   13:09
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hefteya borî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê rastî êrişeke bi moşekan hatibû û di êrişê de sivîlekî biyanî hatibû kuştin û 6 sivîlên din û di nav de leşkerekî Amerîkayê birîndar bûbûn.

Di rojên borî de, gelek hikumetên gelek dewletan Îran bi pêkanîna êrişê tawanbar kiribûn. Tehranê jî ew îdia red kiribûn.

Li ser wê yekê, Seîd Xetîbzade got: “Hewldanên xirabkirina têkiliyên di navbera Îran û Iraqê de, bi guman in.

Ev hewldan gefê li îstiqrar û aştiyê herêmî dixwin. Aliyekî sêyemîn heye ku dixwaze rageşî derxe û Tehran û Bexdayê bixe xefkê.”

Xetîbzade bang li hikumeta Iraqê kir ku rastiyê û sûcdaran eşkere bike.

Wezîrê Îranê wiha dewam kir: “Vê dawiyê em dibînin ku hejmara hêzên biyanî li Iraqê zêde bûye. Ev bi tena sere xwe sedemeke têkbirina aramiyê ye.”

Çavdêrên rewşê demeke berê ji ANHA`yê re destnîşan kiribûn ku berî her kesî berjewendiya dewleta Tirk heye ku êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bike. Nexasim ku êriş piştî têkçûna wê di êrişên li ser Garê ya Başûrê Kurdistanê de, pêk hat.

(cx)