Balyozê Îtalyayê li Kongoyê bi êrişeke çekdarî hate kuştin

Wezareta Karê Derve ya Îtalyayê ragihand ku balyozê wan li Komara Demokrat ya Kongoyê bi êrişeke çekdarî hatiye kuştin.

Balyozê Îtalyayê li Kongoyê bi êrişeke çekdarî hate kuştin
22 sibat, 2021   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Derve diyar kir ku li Komara Demokrat ya Kongoyê li dijî karwanekî Neteweyên Yekbûyî (NY) êriş hatiye kirin û di encamê de balyozê wan Luca Atanasio û leşkerekî Îtalî hatine kuştin.

Heta niha tu aliyan êriş negirtiye ser xwe.

(cx)