Rojnameyên erebî: El-Malikî niyet dike ku bibe namzet

Rojnameyên erebî yên îro behsa dosyayên Lubnan, Iraq û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: El-Malikî niyet dike ku bibe namzet
22 sibat, 2021   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

‘CUBRAN BASÎL ÊRIŞÎ EL-HERÎRÎ KIR’

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Serokê Şepêla Nîştimanî ya Azad (Teyar El-Wetenî El-Hur) parlamenter Cubran Basîl helwesta xwe li beramberî avakirina hikumetê bi êrişa li dijî Saed El-Herîrî ku ji bo avakirina hikumetê hatiye erkdarkirin, xurt kir. Rêveberên xiristiyan jî got ew mafên xiristiyanan paşguh dike.

Di civîneke çapemeniyê de Basîl bi awayekî sereke behsa dosyaya hikumetê kir û xwesteka ku tev li meclisa wezîran bibe, red kir.

Basîl axaftina El-Herîrî a der barê "sekinandina hejmartina" misilman û xiristiyanan, rexne kir û got: "Me armancên xwe bi têkoşîn û hêza nûnertiya xwe pêk anîn. Tu alî bi me re nesekinîn ji bilî Hizbullahê." Basil aliyên xiristiyan jî rexne kirin, ji ber ku li hember paşguhkirina mafên xiristiyanan bi wan re nesekinîne.”

‘NÛRÎ MALIKÎ NIYETA XWE JI BO VEGERA LI SEROKWEZÎRIYA IRAQÊ EŞKERE KIR’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Beyan got: "Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî xwestekên xwe ji bo careke din bigihêje serokwezîriya Iraqê, nû kir, tevî ku di nava gel de giraniya xwe winda kiriye.

Malikî serokê Partiya El-Dawa El-Îslamiya ye. Malîkî hikûmeta serokwezîr Mistefa Kazimî rexne kir û xwe wek rêveberekî pêşerojê yê welêt nîşan da.

Malikî got hikumeta Mistefa Kazimî ne destûrî ye, kêmasiyên mezin tê de hene û ne li gorî hêzên siyasî ye.”

‘BERPIRSÊN TERABLUSÊ BER BI ROJHILATÊ LÎBYAYÊ VE DIÇIN’

Rojnameya El-Beyan der barê rewşa Lîbyayê de wiha nivîsî: "Tevgera pêwendiya di navbera rojava û rojhilatê Lîbyayê de ber bi xurtbûnê ve diçe. Ev yek jî dihêle ku hêviya gelê welat xurt bibe. Serokê hikumeta nû Abdulhemîd El-Debîbe tekez kir ku divê wezîrên di hikumeta wî de li tevahî Lîbyayê bêyî astengî bigerin.”

Li gorî rojnameyê, wezîrê karên hundir ku ji aliyê hikumeta Wîfaqê ve hatiye erkdarkirin Fethî Başaxa, amadekariyan dike ku di hefteya pêş de serdana herêma rojhilat bike da ku tişta di 9`ê Sibatê de soza wê dabû, pêk bîne.

(bx)