Bi nêzbûna Biharê re pêwîstiya cotkarên fistiq helebî bi mazotê heye

Bi nêzîkbûna demsala biharê re cotkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dest bi amadekariyên xwe dikin. Nemaze corkarên fistiq helebî hewcedariya xwe bi mazotê heye.

Bi nêzbûna Biharê re pêwîstiya cotkarên fistiq helebî bi mazotê heye
22 sibat, 2021   09:01
KOBANÊ

Bi rasthatina demsala biharê re, cotkar dest bi cotkirin û kezaxtina daran û reşandina semadê dikin. Di demên dawîn de çandina darên fistiqên helebî li kantona Kobanê zêde bûye, heta piraniya cotkaran, darên zeytûnan, hinar û behîvan radikin û li dewsa wan darên fistiqên helebî diçînin.

Cotkarê bi navê Xelîl Osê yê ji gundê Bobana Biçûk ku bi sedan darên wî yên fistiqên helebî hene, got di vê demsalê de bi taybet ew girîngiyê didin daran, hem wan dikezixînin hem jî av didin û semad û dermanên gêçan lê direşînin.

Xelîl Osê got: "Di vê demsalê de xelk bi giştî diçin nav rezan û girîngiyê didin darên xwe, lê tiştekî din heye ku divê ez balê bikişînim ser, ew jî mijara belavkirina mazotê ye. Divê aliyên peywendîdar mazota daran belav bikin, ger belav nekin, dê darên me zirarê bibînin."

Rêveberiya Sotemeniyê beriya 3 mehan biryarek derxistibû ku ew ê li xwediyên daran mazotê belav bike.

Têkildarî mijarê Ehmed Bîlal ê ji gundê Boban û cotkarê fistiqên helebî ye, diyar kir ku darên wan di demên dawîn de hilberîneke baş didin, lê welatî berê xwe didin darên ku di demeke kurt berhemeke zêde bidin, ev jî ne pêkan e ji ber ku pêwîstiya daran bi guhdanê heye.

Ehmed Bîlal got: "Di demsala biharê de em daran dikezixînin û dermanê gêçan lê direşînin, di vî wextî de dar wekî zarokan in, divê mirov lê binêre."

Li seranserê kantona Kobanê bi dehan gund darên fistiqên helebî diçînin, di heman demê de piraniya cotkaran darên wekî zeytûn, behîv û hinaran rakirin û li dewsa wan darên fistiqên helebî çandin û hêviya hilberîneke pirtir dikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/f470iC_Chk8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>