Dayikên gerîla: Serkeftina Garê encama baweriya xurt a bi dozê ye

Dayikên gerîla yên ji bajarê Hesekê serkeftina berxwedana Garê pîroz kir û diyar kir ku serkeftina zarokên wan ên gerîla encamên vîna xurt a gerîlayan û baweriya wan bi proje û rêgezên wan e.

Dayikên gerîla: Serkeftina Garê encama baweriya xurt a bi dozê ye
22 sibat, 2021   08:01
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker di 10`ê vê mehê de êrişên berfireh li dijî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Di êrişê de helîkopter, balafirên şer û bi hezaran leşker hatin bi kar anîn. Ev êriş hemwextî salvegera 22`yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatin.

Çavdêran diyar kir ku êriş di çarçoveya berdewamkirina komploya 15`ê Sibatê de ya di şexsê rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd pêk hat.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişê de kampeke êsîrên şer û derdora wê kirin hedef ku çekên kemyewî yên ku di nava civaka navneteweyî de qedexkirî ne û bi kar anîn.

Hêzên Parastina Gel (HPG) êrişên artêşa Tirk a dagirker têk birin û artêşa Tirk di 14`ê heman mehê de vekişandina xwe ji herêma Garê ragihand. Navenda Raghiandin û Çapemeniya HPG`ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên dewleta Tirk li Garê bi bin ketin û ji ber vê yekê vekişandina xwe ji herêma ragihandin.

ꞌEM Ê PIŞTGIRIYA ZAROKÊN XWE BIDOMÎNINꞌ

Dayika şehîd Amed Kîm, Azmîran Mihemed serkeftina gerîlayan a li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li rêber Abdullah Ocalan û tevahî gelê li herêmê pîroz kir.

Ezmîran Mihemed da zanîn ku êrişên li dijî Garê ne tesedif bû, lê belê berdewamiya komploya 15`ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bû. Her wiha got, her çi qasî artêşa Tirk a dagirker çekên giran ên bejahî û hewayî bi kar anîn jî, dê HPG`ê êrişên wan têk birin.

Dayika şehîd Amed Kîm di dawiya axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya der barê serkeftinê de nîşan da û got:"Artêşa Tirk a dagirker dê her tim bi bin bikeve û dê planên wê jî vala derkevin, em ê heta dawiyê piştgiriya zarokên xwe yên HPG`ê bikin û berdêl çi qasî giran be jî em ê dev ji armanc û dozên xwe bernedin."

ꞌBAWERIYA WAN BI PROJEYA WAN TÊꞌ

Dayîka şehîd Qehreman Cîk Sultanê Mûrad jî got, armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan ew e ku vîna gelê Kurd bişkîne ji ber ku roja 15`ê Sibatê ji bo tevahiya gelê herêmê, roja reş e.

Sultanê Mûrad da zanîn ku dagirkeriya Tirk çekên kîmyewî ku di nava civaka navneteweyî de  qedexekirî ne bi kar anîn, lê li hemberî berxwedana HPG`ê bi bin ketin.

Sultanê Murad destnîşan kir ku serkeftina zarokên wan ên gerîla ji vîna xurt û baweriya bi proje û rêgeza wan a ku dikeve xizmeta gelê herêmê tê. Her wiha ji ber ku şopdarên fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan in.

Dayika şehîd Qehreman got:"Dagirker çi jî bike dê nikaribe vîna me bişkîne û em ê heta misogerkirina azadiya rêberê gelan li ber xwe bidin."

Di dawiyê de Sultanê Mûrad û dayika şehîd Zana Mîmo Şêxmûs bang li gelê Kurdistanê kir ku yekitiya xwe çêkin, bi aqlane tev bigerin, li geşedanên derdora xwe binêrin û li dijî êrişên li ser her çar parçeyên Kurdistanê bisekinin.

(eh)

ANHA