Divê xebatên yekitiya neteweyî werin lezandin

Sekreterê giştî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Nasireddîn Îbrahîm û endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Stêra Qasim ku beşdarî komxebata NRLS’ê bûne, diyar kir ku divê xebatên yekitiya neteweyî berdewam bikin û ji derfeta heyî sûd bê girtin.

Divê xebatên yekitiya neteweyî werin lezandin
22 sibat, 2021   04:07
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Beşdarên komxebata "Nakokiyên Kurdî-Kurdî, Pirsgirêk û Çareserî” ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) ve li Qamişloyê hat lidarxistin, daxuyand ku divê pirsgirêkên di navbera Kurdan de bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

Sekreterê giştî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) Nasireddîn Îbrahîm û endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Stêra Qasim ku beşdarî komxebata NRLS'ê bûbûn, nîqaşên komxebatê nirxandin.

Nasireddîn Îbrahîm bal kişand ser girîngiya komxebata NRLS'ê û wiha got: “Me behsa wê yekê kir ku ji bo ku Kurd yekdeng bin û yekitiya neteweyî pêk bînin, divê gavên çawa bên avêtin. Di dawiyê de li ser pêkanîna yekitiya neteweyî di nava pergaleke demokratîk de, nîqaş hatin meşandin.”

Îbrahîm got dema ku hin derdor berjewendiyên xwe deynin aliyekê, pirsgirêka yekitiya neteweyî dikare bê çareserkirin û got: "Komxebat ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd gaveke şênber e. Di vê komxebatê de gelek siyasetmedar, rewşenbîr, dîroknas, alimên olî, kesên baweriya wan bi azadî û wekheviyê heye, amade bûn. Nîqaşên hatine kirine gelekî hêja û girîng in. Divê hin derdorên di xebatên yekitiya neteweyî de cih digirin, berjewendiyên xwe li aliyekî bihêlin."

Stêra Qasim jî yek ji beşdarên Komxebata Nakokiyên Kurdî-Kurdî ya NRLS’ê bû û diyar kir ku birêvebirina komxebatê di pêvajoya heyî de, guncaw bûye û wiha dewam kir: "Ev civîn ji ber vê yekê girîng e; ne tenê siyasetmedar tev lê bûn, mirovên ji beşên cuda yên civakê jî beşdarê bûn û nêrînên xwe anîn ziman."

Stêra got li tevahiya Rojhilata Navîn qeyran hene û wiha pê de çû: "Rewşa ku bi Bihara Ereban re derket holê, ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Bi vê fersendê re gelê Kurd dikare pêvajoyê bi rêyên navneteweyî ji xwe re bike firsend. Dewlet bi planên 100 salî pêşveçûna xwe didomînin. Di warê stratejîk û armancên xwe de vê yekê dikin. Li tevahiya cîhanê pêvajoyeke nû ya guhertinê heye. Li tevahiya cîhanê kaos heye. Ne tenê li Rojava û Sûriyê, li Yemen, Lîbya û Yewnanistanê krîz hene. Di serdema nû di warê Rojhilata Navîn de nexşerêyeke nû tê amadekirin û divê em wek gelê Kurd giraniyê bidin ser hewldanên xwe yên li ser vê mijarê."

Stêra Qasim diyar kir ku xebatên diyaloga yekitiya neteweyî bêyî ku tu hincetek li holê hebe, sekinîne û têkildarî vê mijarî wiha got: "Di warê yekitiya neteweyî de diyalog tên kirin û lê ji ber partiyan hinekî hêdî bûye. Lê belê aliyê PYNK'ê vê mijarê cidî dibîne, bi îsrar nêzî wê dibe û ji bo çareseriyê gavên şênber diavêje. Di dema pêş de divê hemû beşên gelê Kurd; jin, ciwan û tevahiya civakê zextê li siyasetmedaran bikin da ku xebatên yekitiya neteweyî bên lezandin."

ANHA