Etiyopya dergeha dewleta Tirk a ketina Afrîkayê ye

Di çend rojên dawî de çav li destwerdana dewleta Tirk li aloziya di navbera Sûdan û Etiyopyayê de bûn. Xuya ye ku dewleta Tirk hewl dide rageşiyê zêdetir bike. Gelo têkiliyên Tirkiye-Etiyopyayê bi çi rengî ne û armancên dewleta Tirk ji wê yekê çi ne?

Etiyopya dergeha dewleta Tirk a ketina Afrîkayê ye
22 sibat, 2021   00:36
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB

Nakokî û şerê sînor di navbera Sûdan û Etiyopyayê de li ser herêma El-Feşqa ku tê de cotkarên etiyopî bi cih dibin, zêde bû. Lê belê Sûdan dibêje ku ew herêm dikeve nava sînorên wê ku sala 1902`an hatine diyarkirin.

Roja çarşemê, Wezareta Karên Derve ya Sûdanê bang balyozê Sûdanê yê li Etiyopyayê kir da ku pêşketinên leşkerî yên li ser sînorê di navbera Sûdan û Etiyopyayê de pê re nîqaş bike.

Wezaretê bi daxuyaniyeke berê gotibû ku destdirêjiya Etiyopyayê li xaka Sûdanê rageşiyeke û cihê mixabiniyê ye, nayê qebûlkirin û dê bandoreke xeter li ewlehî û îstiqrara li herêmê bike. Her wiha gotibû , dê Etiyopya bi temamî ji bandorên wê yekê berpirsiyar be.

Peymana diyarkirina sînor vedigere sala 1902`an naku beriya serxwebûna Sûdanê (1956) di navbera Brîtanya û Brîtanyayê de pêk hatibû, lê hê jî nakokî li ser hene.

Hikumeta Sûdanê dibêje, herêmên berfireh ên li ser sînor heta zêdetirî 25 salan di bin dagirkeriya komên çekdar ên Etiyopyayê de man û artêşa Etiyopyayê bi piştgirîdayîna wan koman tawanbar dike. Lê belê Adîs Ababa wê yekê red dike.

Ji dema şerê li herêma Tîgrayê yê bakurê Etiyopyayê di Mijdara 2020`an de rageşiya li herêma sînorî zêde bû û nêzî 50 hezar kes koçberî rojhilatê Sûdanê bûn.

Di Kanûna 2020`an de hêzeke artêşa Sûdanê li hundirê xaka Sûdanê rastî kemînekê hat, di encamê de hejmareke leşkerên sûdanî hatin kuştin û birîndar bûn. Artêşa Sûdanê “mîlîsên” Etiyopyayê bi êrişê tawanbar kir.

Li gorî çavdêran, dibe ku rageşiya dawî ya li ser sînorê di navbera her du dewletan de şerekî nû bi xwe re bîne. Etiyopya her tim nakokiyan derdixe û hewl dide ku Sûdanê careke din neçarî danûstandinên têkildarî sînor bike, tevî ku piştî peymana 1902`an peymaneke din di sala 1902`an de pêk hatibû û sînorê di navbera her du dewletan de hatibû diyarkirin.

 TÊKILIYÊN DEWLETA TIRK-ETIYOPYAYÊ

Piştî wan nakokiyan têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Etiyopyayê de dest pê kirin û her ku çû bi pêş ketin.

Di Gulana 2013`an de, Enqereyê peymaneke parastina hevbeş bi Adîs Ababayê re îmze kir û Parlamantoya Etiyopyayê di Adara 2015`an peyman erê kir.

Di peymanê de tekezî bi xurtkirina hevkariya di aliyê pîşesaziyên parastinê de tê kirin û tê gotin ku divê Tirkiye piştgiriya teknîkî û lojîstîkê bide Etiyopyayê da ku hêza wê ya leşkerî zêde bibe, teknolojiya parastinê bê veguhestin, derfetên leşkerî yên Etiyopyayê bên pêşxistin, hevkarî di navbera şîrketên pîşesaziyên parastinê de bê kirin û dewleta Tirk li hemberî dayîna teknolojiya parastinê ji Etiyopyayê re, piştgiriya leşkerî, teknîkî û lojîstîkê ji Etiyopyayê werbigire.

Di daxuyaniya bidawîbûna peymana  parastina hevbeş de tê gotin, “Tirkiye tecrûbeyên xwe di avakirina bendavan de vediguhezîne û di parastina bendavê li dijî gefan piştgiriyê  de dibe alîkar.”

Her wiha tekezî bi îmzekirina peymanên çekan tê kirin, ji wan; peymana firotina çekan ji Adîs Ababayê re bi nirxê milyar dolar, beşdarbûna perwerdekirina hêzên Etiyopyayê, polîs û hêzên ewlekariyê û hevkariya hevbeş di têkoşîna li dijî terorê de.

Di çarçoveya hevkariya leşkerî ya bi Etiyopyayê re, Tirkiye soz da ku dê lêkirina bendavan bi rêya cîhazên radar ên tirkî biparêze û ji bo hişyarkirina pêşwext bi kar bîne, her wiha dê sîstema moşekên tirkî-îsraîlî bide Etiyopyayê.

Li gorî hin raporan, dewleta Tirk hewl da ji aliyekî ve serweriya ava herêmî bike û serweriya xwe li herêma rojhilat û herêma “Qerin El-Efrîqî” ferz bike û ji aliyekî din ve li dijî belavbûna Misirê li Afrîkayê bisekine.

Têkildarî mijarê, nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Misirê Ekrem El-Qesas got: “Serokkomarê Tirkiyê Tecep Tayyîp Erdogan di salên dawîn ên hikumê serokê berê Umer El-Beşîr de hewl da têkiliyên welatê xwe bi Sûdanê re xurt bike. Lê piştî Şoreşa Sûdanê ya di Kanûna 2018`an de, têkiliyên her du welatan hatin guhertin û hate xwestin ku peymana bendav û girava Sewakin a li ser deryaya Sor ji nû ve di ber çav re bê derbaskirin. Lê belê piştî xistina El-Beşîr ji peywirê careke din mijara girava ku Xertûmê bi peymanekê di Kanûna 2017`an di dema serdana Erdogan ji Sûdanê re radestî Tirkiyê kiribû, ket rojevê.”

El-Qesas wiha dewam kir: “Nexasim ku Erdogan gelek sozên istîsmar û projeyên cuda dabû, lê belê opozîsyonê ew peyman wekî hewldana piştgirîdayîna rejima îxwanî ya El-Beşîr hesibandin. Peyman hema bêje hatin rawestandin. Nexasim ku gelê Sûdanê pê hesiya ku Erdogan peymana li ser giravê wekî serkeftineke Osmaniyan dibîne, ku wê yekê nêrîna opozîsyonê xurttir kir. Piştî hilweşîna rejîma El-Beşîr, Erdogan bi hemû rêbazan û bi gelek daxuyaniyan hewl da têkiliyên bi Sûdanê re dewam bike.”

 ‘DEWLETA TIRK ALOZIYAN BI KAR TÎNE’

Ruxmî ku nakokiyên di navbera Sûdan û Etiyopyayê de wekî nakokiyên du aliyan ên li ser sînorên hevbeş xuya dikin jî, lê belê çavdêr sedema nakokiyan vedigere dispêrin destwerdanên derve.

El-Qesas îşaret bi bikaranîna dewleta Tirk ji van aloziyan re kir û got: “Tevgerên dewleta Tirk di çarçoveya siyasetên wê yên Erdoganî yên di 10 salên dawîn de pêk tên. Ew siyaset ne girêdayî tevgerên klasîk ên dewletan û avakirina siyasetên derve ji bo hevkariyê yan bandorkirinê ne, lê belê ew vedigerin xewnên îmeraptoriya Omsanî ku hişt partiya AKP`ê hevbendiyê bi komên tundrew re û nexasim bi rêxistina Îxwanan re ava bike, ku Erdogan xwest ji wê rêxistinê, derfet û binesaziya wê sûdê bigire.”

Nivîskarê misirî di vê der barê de daxuya kirin ku dewleta Tirk di dirêjahiya salên şerê sar de, nûnera baregeha amerîkî û rojavayî bû , lê piştî bidawîbûna şerê sar wê ev peywir ji dest da û wiha dewam kir: “Piştî çend salan dewleta Tirk têkiliyên hevseng bi welatên erebî û îslamî re ava kirin û salên Bihara Gelan xewnên Erdogan ên serweriyê vejandin. Tirkiye ji bo wê yekê rêxistinên tudrew û terorîst wekî DAIŞ û El-Qaîdeyê û bihaneya piştgirîdayîna azadiya welatiyên Sûriyê bi kar anîn. Lê belê ew yek veguherî destwerdaneke yekser di Sûriyê de û bi bihaneya parastina ewlehiya neteweyî hewl da herêmeke ewle ava bike. Heman tişt li Iraqê jî kir. Bi têkçûna DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê re, Erdogan hevalbendên xwe ji dest dan. Beriya wê jî rêxistina Îxwanan li Misirê piştî saleke hikumê, têk çûbûn.”

El-Qesas diyar kir ku Erdogan hewl da bi rêya piştgirîdayîna mîlîsan û şandina çeteyan rolekê li Lîbyayê bilîze, lê belê ew rastî xeta sor hat ku serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî di Tîrmeha borî de xeta El-Cefera-Sêrt wekî xeteke sor diyar kiribû. El-Qesas her wiha destnîşan kir ku Misir wê yekê wekî gefekê li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne, her wiha destwerdanên herêmî di çareseriya siyasî ya Lîbyayê de hêviyên dewleta Tirk kêm kir ku wekî xuya dibe di dawiyê de tenê têkilî bi hin aliyên Lîbyayê re danîn.

 ‘ALIYÊN BI BIN KETINE NÊZÎ HEV BÛN’

Di demekê d ku nakokî li ser sînorê di navbera her du aliyan de hene, werzîrê karên derve yê Etiyopyayê Demiky Mekonnen çû Tirkiyê û bi rayedarên wir re berfirehkirina îstismarên Tirkiyê li Etiyopyayê ya bi milyaran dolaran nîqaş kir.

Piştî wê serdanê, Etiyopyayê ji Tirkiyê xwest ku di aloziya bi Sûdanê re piştgiriyê bide wê. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Etiyopyayê Dîna Muftî piştrast kir ku heke Tirkiyê ji bo çareserkirina nakokiya li ser sînor navbeynkariyê di navbera wan û Sûdanê de bike, dê welatê wî minetdar be.

Li gorî hikuemta Etiyopyayê, îstismarên dewleta Tirk li Etiyopyayê niha bi qasî 2.5 milyar dolar in û piştî Çînê ew welatê duyemîne ku herî zêde îstismaran di Etiyopyayê de dike.

El-Qesas têkildarî sedemên aborî yên vê nêzîkbûnê wiha got: “Ji ber hesabên şaş aboriya Tirkiyê gelek zirar dît. Li ser vê esasê em dikarin têkiliyên Tirkiye bi Etiyopyayê re fêm bikin ku li wir jî pirsgirêk û şerên hundirîn ên etnîkî hene, her wiha pirsgirêkên wê bi welatên cîran re jî hene. Xuya ye ku ev nêzîkbûna aliyên bi bin ketiye. Erdogan ku Etiyopa jê dixwaze navbeynkariyê di aloziya bi Sûdanê re bike, bi  xwe di nav pirsgirêkên hundirîn û herêmî de yeû niha aboriya wî berdêlê dide.”

El-Qesas bi domdarî got: "Ev yek nayê wateya ku idîayên balyozê dewleta Tirk ê li Etiyopayê Bayrak Alp ew in ku Enqere piştî Çînê bûye fînansemenekî mezin li Etiyopayê, têkiliyên siyasî yên her du welatan di radeyeke baş de ye. Lê diyar e ku siyaseta dewleta Tirk a bikaranîna rewşên bi nakok yên heyî yên bi sedema bendava Nehda ya Etiyopayê bi Sûdan û Misirê re, berdewama siyasetên Erdogan ên bidestxistina destkeftiyan ji nava krîzê ye. Ew siyaset jî diyar dibe ku dê tev li siyasetên berê bibin. Her wiha axaftin hene ku di navbera Etiyopayê û dewleta Tirk de pevguherîna bazirganiyê yan jî îstismarên dewleta Tirk hene, ew jî wek pêngaveke li hember krîzên her du aliyan e."

DEWLETA TIKR AFRÎKA JI BO XWE ÇAWA DIBÎNE?

Di salên dawî de dewleta Tirk "Qirinê Afrîqî " wekî armanceke siyaseta xwe diyar kir û di wê çarçoveyê de hejmara balyozxaneyên xwe li herêmê zêde kir û hewl da bargehên leşkerî ava bike.

Dewleta Tirk xwesteka Etiyopya ku bibe faktorekî girîng li qada Afrîka û qada navneteweyî bi kar anî û têkiliyên xwe pê re xurttir kirin. Her wiha di sala 2005`an de Erdogan serdana Etiyopyayê kir.

El-Qesas destnîşan kir ku delweta Tirk hewl dide têkiliyên aborî bi Etiyopyayê re deyne lê di esas de ew têkiliyên siyasî ne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Tevgerên dewleta Tirk ji rojhilatê deryaya Spî veguherîn herêmên beravê û çolistanê. Dewleta Tirk her wiha peyman bi Nîjer û Gîneyê û welatên rojavayê Afrîkayê re danî. Lê Enqere li Afrîkayê rastî berjewendiyên Fransayê hat.”

El-Qesas diyar kir ku Tirkiye bi siyaseta xwe ya derve hewl dide xwe li gelek herêmên cîhanê û Afrîka jî di nav de, bi cih bike lê ew herî zêde li destwerdanê li welatên xwedî alozî û herêmên şer dike ku pispor wê yekê bi “îstismara di aloziyan de” bi nav dikin. El-Qesas daxuyand ku Tirkiyê hewl da têkiliyan bi welatên Afrîkayê wekî Nejer, Tişad, Malî, Borkîna Faso û Morîtanyayê re deyne ku li wan welatan gelek aloziyên wekî teror, xizanî û şerên etnîkî hene, her wiha hewl dide hevbendiyan bi aliyên şer re çêke ku tevî têkçûna wê siyasetê li Sûriyê û Lîbyayê jî Erdogan hîna bawer dike wê li herêmên din bi ser bikeve û wendahiyên wî yên aborî û siyasî vegerîne.

DIJMINAHIYEKE HEVBEŞ LI HEMBERÎ MISIRÊ

Yek ji sedemên sereke yên nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk û Etiyopyayê de dijminahiya hevbeş a li hemberî Misirê bû, ku Misir li dijî projeya Tirkiyê li Afrîka û rojhilatê deryaya Spî disekine û di mijara Bendava Nehdayê de jî bi Etiyopyayê re bi nankok e.

El-Qesas di wê derbarê de destnîşan kir ku gelek tevgerên Erdogan ên herêmî li Lîbya, Sûdan an Afrîkayê ber bi berfirehbûnê û xurtkirina hebûna Tirkiyê li Afrîkayê ve diçin û wiha got: “Nexasim bi rêya hevbendiyên bi rêxistinên radîkal û komên çekdar re.”

El-Qesas wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Helbet, dibe ku hewldanên wî yên xwenêzîkkirina Etiyopyayê ji bo vegerandina hin wendahiyên xwe be. Lê tecrûbeya berê nîşan dide ku Erdogan di hedefgirtina Misirê de têk çû, nexasim ku dosyaya Bendava Nehdayê yan siyasetên hundirîn û herêmî yên hikumeta Etiyopyayê aloztir dibin û zehmete ku xwe bispêrin hevbendiya bi Tirkiyê ya bi hêzeke din re. Bi taybetî ku her du alî jî xwedî pirsgirêkên hundirîn û herêmî ne.”

(cx)

ANHA