ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-02-2021
22 sibat, 2021   00:00

- Li Akademiya Şehîd Şaban Mihemed El-Yûsif ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê dewreyeke nû bi dawî dibe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên eşîrên Ereb êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin, ew ê rê nedin dewleta Tirk ku hevgirtina pêkhateyan ji hev bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevanan destnîşan kir ku qebûlnekirina Ronahî TV’yê li Başûrê Kurdistanê cihê fikarê ye û bang li rayedaran kir ku divê demildest destûra karkirinê bê dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Sekreterê giştî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Nisredîn Îbrahîm û endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Stêra Qasim ku beşdarî komxebata NRLS’ê bûne, diyar kir ku divê xebatên yekitiya neteweyî berdewam bikin û di vê serdemê de veguherin firsendan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên Kurd ên ji Rojava diyar kir ku divê ENKS'ê dewleta Tirk wekî dewleteke dagirker bi nav bike, da ku ji bo yekitiya neteweyî ya kurdî gav werin avêtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên gerîla yên bajarê Hesekê serkeftina li Garê pîroz kirin û diyar kirin ku serkeftina ewladên wan encamên îradeya xurt û baweriya bi proje û rêgezên wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Remziya Mihemed dema ragihandina bernameyê çalakiyên 8`ê Adarê eşkere kir û got, çalakiyên 8'ê Adarê dê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava "Na ji dagirkirî û qirkirinê re, bi hev re em jin û jiyanê biparêzin" de werin lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di çend rojên dawî de çav li destwerdana dewleta Tirk li aloziya di navbera Sûdan û Etiyopyayê de bûn. Xuya ye ku dewleta Tirk hewl dide rageşiyê zêdetir bike. Gelo têkiliyên Tirkiye-Etiyopyayê bi çi rengî ne û armancên dewleta Tirk ji wê yekê çi ne? (BI WÊNE ).

CIVAK Û JIYAN

- Li Qamişlo ya herêma Cizîrê  tevgera avahîsazî û lêkirinên û bêserûberiya zêde bûye, li gel wê jî bertek hene ku lêkirinên avahiyên bêserûber werin sînordarkirin. Bi wê re jî hevserokê Şaredariya Gel a Qamişlo got wan biryarên sînordarkirina  bûyerên bêserûberiya lêkirina avahiyan û çavdêriya li zêdegaviyan dane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatî hin cureyên daran dibirin û li dewsa wan darên fistiqên helebî diçinin, ev dibe sedem ku hewcedariya bi mazotê pirtir bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA